Li Iraqê derbeyek li DAIŞ’ê hat xistin: 4 çete hatin girtin

Nûçe

NÛPEL – Hêzên Dijîterora Iraqê ragihand ku di encama zincîre operasyonên li parêzgehên cuda de, 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin û gelek stargehên wan hatin rûxandin.

Dezgeha Dijîterora Iraqê, têkildarî xebatên xwe yên li dijî bermayiyên rêxistina terorê DAIŞ’ê daxuyaniyek fermî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên wan ên “bênavber” di çarçoveya plana ewlehiyê ya welat de berdewam dikin.

Operasyonên li 4 Parêzgehan

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Dezgeha Dijîterorê ve hatine parvekirin, hêzên ewlehiyê li herêmên cuda operasyonên hemwext pêk anîn. Encamên operasyonan wiha ne:

Bexda: Di operasyoneke taybet de çeteyek hat girtin.

Enbar: Li rojavayê welat endamekî şaneyên DAIŞ’ê hat desteser kirin.

Silêmanî: Bi hevkariya Dijîterora Silêmaniyê (CTG), çeteyek li sînorê parêzgehê hat girtin.

Diyala: Di operasyoneke hevpar a bi Fermandariya Polîsên Diyalayê re, çeteyê çaremîn hat girtin.

Stargeh û Navendên Çeteyan Hatin Tinekirin

Her wiha hat ragihandin ku operasyon bi tenê bi girtina kesan bi sînor nemane. Li parêzgehên Diyala û Kirkûkê, hêzên Iraqê bi ser çend stargeh û navendên veşartî yên DAIŞ’ê de girtin. Di encamê de ew cihên ku wekî baregehên lojîstîk û veşartinê dihatin bikaranîn, bi temamî hatin rûxandin û tinekirin.

/Çavkanî: Rojnews/

Van jî bibîne

 

Servet Çetîn Rê Li Amedsporê Vekir: Erokspor Têk Çû, Deriyê Lîga Super Vebû!
Di doza Rojwelat Kizmaz de geşedaneke nû: Malbatê berê xwe da dozgeriyê

Nûçeyên Sereke