NÛPEL – Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen ku di girtîgehê de nameyek nivîsand, wiha got: “Li Dîlokê di 13 salên dawî de ji bo 555 karkerên ku mirine, yek patronê ku ceza girtibe an jî rojekê di girtîgehê de mabe tune ye; lê ez ji ber ku vê rastiyê tînim ziman girtî me. Ji bîr kirin tune, helalkirin tune.”
Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen, ku ji ber piştgirî dabû karkerên Sırma Halı yên ku heqê xwe nedistandin hatibû girtin, di girtîgehê de nameyek şand.
Turkmen bi tawanbariya “bi eşkereyî belavkirina agahiyên xapînok di nav gel de (TCK 217/A)” bi daxwaza heta 3 salan cezayê girtîgehê tê darizandin û wê di 12’ê Gulanê de derkeve pêşberî dadger.
Nameya Turkmen:
“Ez ji bo ku ev pergala ku patron dest datînin ser maf û jiyana karkeran berdewam bike, girtî me. Tam 41 roj in bi awayekî neheq û bêhiqûqî girtî me. Danişîna min a yekem di 12’ê Gulanê de ye.
Ez di danişîna yekem de werim berdan jî, ez ê careke din bi neheqî nêzî 2 mehan di girtîgehê de mabe bim. Dema ku îdianameya min beriya du hefteyan hat qebûlkirin, hem parêzerên min û hem jî raya giştî ya ku dizanibû girtina min neheq e, li bendê bûn ku dadger bi biryara ‘tensîp’ê min berde. Min bawer dikir ku ev bêedaletîya ku tu hêmaneke sûc û tu hinceteke hiqûqî tê de nîne, wê zêdetir neyê domandin. Ji bilî patronên ku girtina min dixwestin û kesên ku ev biryar dane (personelên qereqola jandarmayê û girtîgehê jî tê de), tu kesî bawer nedikir ku ev girtin adilane ye. Lê mixabin wusa nebû.
Li gorî dozgerê ku îdianame amade kiriye û dadgerê ku ev îdianame qebûl kiriye û biryara berdewamiya girtina min daye; li ber kargeha Sırma Halıyê di axaftina min a ji bo karkerên ku mûçeyên wan nehatibûn dayîn de, rastiyên ku her kes pê dizane wekî sûc hatine hesibandin. Ez ji her kesê ku baweriya wan bi hiqûq, edalet û wijdanê heye daxwaz dikim; bila îdianameya li ser min, tawanbariyan û parastina min bixwînin.
Di wê axaftina ku bûye hinceta girtina min de min çi gotiye? Min gotiye: ‘Di vê welatî de heger hûn patron bin, heger hûn dewlemend bin, hûn dikarin dest deynin ser mafê karkeran, hûn dikarin bibin sedema mirina karkeran ji ber nebûna tedbîran, hûn dikarin cînayetê bikin. Kes hesab ji we napirse, di vê welatî de qanûn ji bo dewlemendan derbas nabin.’ Ma ev derew e? Di berdewamiyê de min gotiye: ‘Lê dema karker mafê xwe dixwaze; bi cop û mertalên xwe, bi qedexeyên çalakiyan li ber karkeran disekinin, karkeran binçav dikin û sendîkagerê wan jî digirin.’ Ma ev derew e? Na! Lê min kêm jî gotiye. Niha li ser vê pergala bêedalet û bêhiqûqî sûcekî nû hat zêdekirin: Sûcê anîna ziman a van bêedaletiyan!
Di îdianameyê de, behskirina min a ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Başpinarê her sal bi dehan karker ji ber hîrsa qezancê ya patronan dibin qurbana cînayetên kar, û ji ber vê yekê hesab ji yek patronî nehatiye pirsîn, wekî sûcê ‘bi eşkereyî belavkirina agahiyên xapînok’ hatîye dîtin.
Hefteyek piştî girtina min, Meclîsa ISIG’ê (Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar) derbarê cînayetên kar ên li Dîlokê raporeke berfireh weşand. Li gorî vê raporê, di 13 salên dawî de li Dîlokê tam 555 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de ev hejmar wekî ‘kêmanî’ tê gotin; ji ber ku beşeke mezin a qezayên kar ên bi mirin nayên tomarkirin an ji raya giştî re nayên ragihandin. Di heman raporê de navên her 555 karkerî jî hene. Ji bo van 555 karkeran yek patronekî ku ceza girtibe an rojekê di girtîgehê de mabe tune ye, lê ez ji ber ku vê rastiyê tînim ziman girtî me.
Rewşeke wusa balkêş jî heye; ez heman axaftinên ku li ber Şireci/Sırma Halıyê kirine û hê tundtirên wan li bajarên cuda û li ser platformên cuda jî dikim. Mînak, hefteyek beriya ku bêm girtin, min li Enqereyê li ber Wezareta Kar jî heman tişt gotin. Tu tişt nebû. Lê gava hûn li Başpinarê, li ber kargehên patronên mezin ên mîna Şireci van tiştan dibêjin û dema patronên Başpinarê nerehet dibin, ev raman dibin sûc.
Ji bilî Dîlokê; li Riha, Meletî, Tokat û Edeneyê jî berxwedan û grevên ku sendîkaya me BİRTEK-SEN pêşengiya wan dikir, çêbûn. Ez beşdarî hemûyan bûm, min li hemûyan heman axaftin kirin, lê naxwê çima tenê li Dîlokê têm girtin. Tenê di 4 salên dawî de bi giliyê patronên Başpinarê herî kêm 15 caran hatim binçavkirin û du caran hatim girtin. Ez teqdîrê ji we re dihêlim…
Di dawiyê de, di hinceta berdewamiya girtina min de tê gotin ku sûcê li ser min ‘sûcê katalog’ e, lê ev sûc ne di nav sûcên katalog de ye. Herwiha boriya min a dadwerî (sabika) wekî hincet hatiye nîşandan. Rastiya ku ez berê jî bi awayekî neheq hatime girtin (û ew ceza hê di îstînafê de ne û nehatine pesendkirin), dibe hinceta cezakirina min a nû.
Ew tiştê ku hûn jê re dibêjin ‘sabika’ an ‘qeyda sûc’; ji bo min qeyda rûmetê ya serînetewandin, îtîrazkirin û têkoşîna li dijî vê zulm û pergala kedxwarî ye.
Ew sabika û yên nû yên ku wê li ser bên zêdekirin, ne yên min in; qeyda sûcên we ne. Ew sûcên ku li dijî karkeran, li dijî ked û xwêdana eniyê hatine kirin in. Ew sûcên ku li dijî qanûn, makezagon û hiqûqê ji bo berjewendiya 3-5 patronên kedxwar hatine kirin in…
Ev rejîma qesrê ya ku dest daniye ser hemû çavkanî, dewlemendî û keda mîlyonan, wê bê guman bi dawî bibe. Rojên ku edalet, demokrasî û hiqûqa rastî lê serdest be, wê mitleq werin. Û bila gumanek tune be ku gava ew rojên nêzîk hatin, dema ev rojên tarî werin vegotin, ev ‘qeydên sabikayê’ û ev biryarên girtinê yên ku we ji min re nivîsandine, wê bi bîr werin.
Ji bîr kirin tune, helalkirin tune.”
/Çavkanî: Bîanet/










