Krîza di navbera Trump û Meloniyê de kûrtir dibe: ‘Dixwaze dîsa bibe dostê me’

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)- Serokê Amerîkayê Donald Trump, vê carê bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni kir armanc.

Trump ji ber siyaseta wê ya derbarê Îranê û helwesta wê ya li ser NATOyê, bi zimanekî tund Meloni rexne kir. Trump dubare kir ku Meloni di dema civîna G7ê de gelek caran xwestiye bi wî re wêneyan bigire.

Trump di parvekirina xwe de îdia kir ku populeriya Meloniyê ya li Îtalyayê kêm bûye. Wî diyar kir ku yek ji sedemên vê yekê ew e ku Meloni piştgirî nedaye hewldanên Amerîkayê yên ji bo rêgirtina li destxistina çekên nukleerî yên Îranê.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku Meloni di dema operasyonên li dijî Îranê de rê nedaye ku Amerîka balafirgeh û baregehên Îtalyayê bi kar bîne. Trump îdia kir ku vê yekê ji bo Amerîkayê di warê lojîstîkê de “zehmetiyeke mezin” çêkiriye.

‘Ji bo parastina Îtalyayê em bi sedan milyar dolaran xerc dikin’

Trump anî ziman ku Amerîka ji bo parastina Îtalya û hevpeymanên xwe yên “bi navê NATOyê” her sal bi sedan milyar dolaran xerc dike û got:

“Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, di dema civîna G7ê ya li Fransayê de gelek caran daxwaz kir ku bi min re wêneyekî bigire. Populeriya wê ya li Îtalyayê pir kêm e. Sedema vê yekê dibe ku ew be ku wê di mijara rêgirtina li çekên nukleerê yên Îranê de piştgiriya Amerîkayê nekiriye. (Heman tişt ji bo NATOyê jî kiriye!)

Wê her wiha rê neda ku em balafirgeh û qadên daketinê yên Îtalyayê bi kar bînin. Vê yekê di warê lojîstîkê de zehmetiyeke mezin çêkir. Ji ser re jî Amerîka ji bo parastina Îtalya û hevpeymanên din ên ‘bi navê’ NATOyê her sal bi sedan milyar dolaran piştgirî dide. Niha jî piştî ku Amerîkayê di warê leşkerî de Îran têk bir, ew dixwaze ji bo ku di rapirsînan de rêjeya xwe zêde bike, dîsa bibe dostê me. Na, spas!”

Ev parvekirina Trump wekî nîşaneya kûrbûna nîqaşên li ser siyaseta Îranê û NATOyê ya di navbera Washington û Romayê de hat nirxandin. Lê belê hikûmeta Îtalyayê heta niha li ser van îdiayên Trump ti daxuyanî nedaye.

“Ji bo wêne bigire lava kir”

Trump doh jî ji medyaya Îtalyayê re gotibû ku wê “ji bo wêne bikişîne lava kiriye”. Kanala televîzyonê ya Îtalyayê La7ê li gel Donald Trump hevdîtineke telefonî kir û Trump di vê hevdîtinê de behsa civîna xwe ya li gel Meloniyê ya di dema G7ê de kir.

Trump ji nûçegihanê Îtalyanî re gotiye: “Serokwezîra we çawa ye? Eger heye ku ew ji ber ku min pê re axivîme kêfxweş bûbe. Ez ne neçar bûm ku ez pê re biaxivim! Wê ji bo wêne bigire lava li min kir. Bi her awayî dixwest bi min re wêneyekî bigire. Min nexwest, lê ez ber ketim û min qebûl kir.”

“Ez jî, Îtalya jî em ti carî lava nakin”

Piştî van gotinên ku li Îtalyayê dengvedaneke mezin çêkir, Meloni bi rêya vîdeoyekê bersiv da û got:

“Hinek tişt hene ku divê mirov yekser bersiva wan bide. Daxuyaniyên Donald Trump bi temamî derew in. Bi rastî ez şaş mam. Ez fêm nakim çima Serokê Amerîkayê li hemberî hevpeymanên xwe wiha tevdigere; ji xwe ev ne cara ewil e.”

Meloniyê her wiha Trump bi wê yekê tawanbar kir ku “li hemberî dijminên Rojava û Amerîkayê nermtir tevdigere” û wiha pê de çû: “Lê bila vê yekê ji bîr neke: Ez jî, Îtalya jî, em ti carî lava nakin!”

Serdan hat betalkirin

Piştî vê nîqaşê, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku wî serdana xwe ya Amerîkayê ya ku ji bo hefteya bê hatibû plankirin, betal kiriye.

Şopîner û şirovekar tekez dikin ku di dîroka nêz de aloziyeke bi vî rengî ya di têkiliyên her du welatan de nehatiye dîtin. Desthilat û mixalefetê bi giştî piştgirî da Meloniyê. Lê belê hinek navên di nav mixalefetê de Serokwezîr tawanbar kirin ku berê gelekî nêzîkî rêveberiya Trump bûye.

Serokwezîrê berê Matteo Renzi got: “Daxuyaniyên Trump wekî her car metirsîdar in. Serokwezîr Meloniyê jî di dawiyê de ev yek fêm kir: Rojbaş Giorgia, rojbaş. Serokwezîra hêja, di dawiyê de te fêm kir ku hevpeymaniya bi van kesan re tê wateya dijayetiya Îtalyayê?”

Van jî bibîne

 

Hollanda li dijî Swêdê bû bahoz: 5-1
Belgefîlma “Dengê Vê Axê” li Wanê tê nîşandan

Nûçeyên Sereke