Di operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê de 5 kes hatin girtin

Nûçe

🔴Li dijî şarederiyên CHP’ê, oprasyonên girtin û binçavkirinan dewam dikin. Li dijî Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, cîgirê şaredarê Şaredariya Seferîhîsarê Gokhan Pehlîvan jî di nav de, 5 kes hatin girtin.

Operasyonên binçavkirin û girtinê li dijî şaredariyên CHP’ê bê navber didomin.

Di çarçoveya lêpirsîna “bertîlê” ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, cîgirê şaredarê Şaredariya Seferîhîsarê Gokhan Pehlîvan jî di nav de, 5 kes hatin girtin. 

Her wiha rayedarên firmaya avahîsaziyê û hin peywirdarên cemaweriyê jî di nav de, 8 kes hatin binçavkirin.

Piştî karên îfadeya li emniyetê, kesek hat berdan û 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dadgeriyê, Pehlîvan û 5 kes hatin girtin û kesek jî bi mercê kontrola edlî hat berdan.

Her wiha duh li dijî Şaredariyên Adalarê ya Stenbolê û Sîlîfke ya Mêrsînê operasyon hatin lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin, bi angaşta ‘‘bertîlê’’ ku li Şaredariya Ada-larê çêbûye, der barê 47 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariyê Alî Ercan Akpolat û Mustafa Turgut jî di nav de, 41 kes hatin binçavkirin.

/Çawkani: nucetv.net/

Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn
Jiyan û berhemên Cegerxwîn hatine belgekirin

Nûçeyên Sereke