Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

Nûçe

🔴Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1108’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan di 10 Hezîranê sala 1994’an de hate qetilkirin, pirsîn.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1108’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayik/Mirovên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1108’emîn de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû qetilkirin, hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy ve hate xwendin.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’
Di operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê de 5 kes hatin girtin

Nûçeyên Sereke