NÛPEL – Platforma Saziyên Demokratîk ku li pêşiya Konsolosxaneya Îranê li dijî sêdaran çalakiya protestoyê li dar xist, destnîşan kir ku înfazên siyasî yên li Îranê tên kirin ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê belê êrîşeke eşkere ne li dijî mafên mirovan, demokrasî û nirxên mirovahiyê.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina biryarên sêdaredanê yên li Îranê ku bi taybetî li dijî Kurdan û welatiyên li dijî rejimê tên dayîn, li Stenbolê li pêşiya Konsolosxaneya Îranê çalakiyeke protestoyê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûn de, pankarta “Gelê Kurd bi sêdaran nayê bêdengkirin, ji sêdaran re bibêje rawestîne” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Yek e yek e gelê Kurd yeke”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindana” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de destpêkê endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Murat Kalmaz peyivî û diyar kir ku rejîma melayan a li Îranê bi salan e daxwazên gelê Kurd ên ji bo wekhevî, demokrasî û mafan bi sêdar û mirinan bersivîne. Kalmaz anî ziman ku rejim van polîtîkayên xwe li ser gelê Kurd dimeşîne û wiha got: “Hûn van polîtîkayan çiqasî bidomînin jî, gelê Kurd li her çar parçeyan jî van qebûl nake û serê xwe natewîne. Banga me, banga civaka demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Lê rejîma melayan li dijî vê polîtîkayan pêş dixe. An hûn ê bersivê bidin van daxwazên demokratîk, an jî hûn ê ji nav biçin.”
Piştre, deqa daxuyaniyê ya bi Kurdî ji aliyê endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mevlut Aykoç ve hat xwendin, ya bi Tirkî jî ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojda Yılmaz ve hat xwendin.
Rojda Yilmaz anî ziman ku Îran polîtîkayên xwe yên zext, înkar û tunekirinê yên li ser gelê Kurd didomîne û bal kişand ser we ku daxwaza herî piçûk a mafên demokratîk jî bi sêdar, girtin û zextên giran tê bêdengkirin. Rojda Yilmaz wiha got: “Heta îro bi hezaran ciwanên Kurd qetil kirine û bi vî rengî hewl dane rêveberiya xwe ya rizîbûyî û dijminê gel li ser piyan bihêlin. Li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi sedsalan e têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Lê belê li şûna biratiya gelan û jiyana demokratîk, rejimên zextkar her tim gelê Kurd wekî gefekê dîtine. Li Iraqê rejîma Saddam, li Sûriyeyê rejîma Esad û li Îranê îktîdara melayan; ji bo tepisandina nasname, ziman, çand û daxwazên demokratîk ên Kurdan, hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Ev feraseta ku dixwaze gelê Kurd li ser xaka xwe bike penaber, bêvîn bihêle û tune bike; bi polîtîkayên şer, sirgûn, înfaz û asîmîlasyonê bi salan e herêmê ber bi tarîtiyê ve dikişîne.”
‘BÊDENGMAN BÊŞERÎKBÛNA LI VÊ SÛCÎ YE’
Rojda Yilmaz destnîşan kir ku dijminên gel zû yan dereng “mehkûmî têkçûnê ne” û wiha domand: “Hemû cîhanê dawiya dîktatoriya Saddam û hilweşîna rejîma Esad bi îbret temaşe kir. Îro krîza li Îranê û zextên li dijî daxwazên demokratîkbûnê jî bi heman rengî dawiya rejîma melayan amade dike. Înfazên siyasî yên ku îro li Îranê tên kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd in; êrîşeke eşkere ne li dijî mafên mirovan, demokrasî û nirxên mirovahiyê. Bêdengman, gunehkariya vî sûcî ye.”
‘Sêdaran Rawestînin, Nirxên Mirovahiyê Biparêzin’
Rojda Yilmaz bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokrasiyê kir û wiha got: “Li hemberî sêdaredanên ku li Îranê pêk tên bêdeng nemînin. Li dijî van polîtîkayên zext û înfazê yên li ser gelê Kurd helwesteke eşkere nîşan bidin. Bibin şopînerên binpêkirina mafên mirovan û zextên navneteweyî yên li ser rejîma Îranê zêde bikin. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurd li Rojhilata Navîn yek ji dînamîkên herî bihêz ên jiyana demokratîk, biratiya gelan û pêşeroja azad in. Werin em bi hev re li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin, sêdaran rawestînin û nirxên mirovahiyê biparêzin.”



Çavkanî: MA










