NÛPEL – Gundiyên gundê Havaçorê yê ser bi navçeya Pulûrê ya Dersîmê ve, “Nobeda Xweza û Jiyanê” didomînin. Wan ev nobed ji bo parastina riwekên endemîk ên li herêmê daye destpêkirin. Tevî şert û mercên neyînî yên hewayê jî gundî di konan de çalakiyên xwe berdewam dikin.
Gundiyan diyar kir ku berhevkirina bêkontrol a riwekan zerereke mezin dide xwezayê û daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst werin girtin. Ev nobed bi pêşengiya Komeleya Gundê Havaçorê tê girtin û ketiye sala xwe ya sêyemîn. Gundî tînin ziman ku bi taybetî di mehên Gulan û Hezîranê de berhevkirina riwekan zêde dibe û ev yek gefê li jiyana xwezayî ya li herêmê dixwe.
“Armanca me parastina riwekan e”
Meral Dîler a ku li qada nobetê axivî, da zanîn ku ew sê sal in nobeda xwezayê digirin û got:
“Ev 3 sal in em vê nobeta xwezayê digirin. Îsal jî di 24’ê mehê de li vê derê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û paşê me dest bi nobedê kir. Ev 5-6 roj in em di nobedê de ne. Armanca me ew e ku em riwekên vê derê biparêzin. Berê li ber deriyê me kulîlk vedibûn. Rêvas, gulik û bi taybetî jî rêvas li ber tunebûnê ne. Me dît ku ev ber bi nemanê ve diçin û dilê me qebûl nekir. Me destûr neda ku erdnîgariya ku em lê dijîn û lê mezin bûne tune bibe. Ev sê sal in bi qasî ku ji destê me tê, em hewl didin bibin asteng. Daxwaza me ev e; qedexe nebe jî bila di mehên Gulan û Hezîranê de sînordarkirinek hebe. Bila riwek heta ku tovên xwe dirêj dikin werin parastin, piştî wê xelk dikare were û bigere.”
“Kivark û rêvasên me dibin”
Zeynel Hayrioglu yê ku diyar kir sê sal in li herêmê nobedê digire, bal kişand ser wêraniya li xwezayê û anî zimên:
“Ev sê sal in em li vê derê nobetê digirin. Çiyayên me talan dikin. Kivark, rêvas û sîrimên me kom dikin û dibin. Anîne asta tunekirinê. Di rewşeke asayî de berhevkirina hinek riwekan qedexe ye û cezayê wê heye, lê li vê derê hîn jî kom dikin. Wekî komele em sê sal in li vê derê nobetê digirin û em sedema nobeta xwe ji her kesî re rave dikin.”
Erdal Kiroglu jî diyar kir kesên ku ji bajarên din tên bi awayekî zêde riwekan kom dikin û wiha pê de çû:
“Em hatin vê derê da ku gundên xwe biparêzin. Çimkî mirovan dest pê kir zerereke zêde danê û li ti deran riwek nehiştin. Ji Xarpêt, Çewlîg û Amedê tên. Ji Pêrtag û Melkisiyê tên. Em li gundê xwe ketin rewşa penaberan. Em di vê hewayê de, li ser vê rêyê disekinin û dipên.”
Cevahîr Agdanê jî daxuyand ku ew ji bo parastina gundên xwe û xwezayê nobeta xwe didomînin û got:
“Me ji bo ku em mafê xwe û gundê xwe biparêzin kon veda ye. Em naxwazin riwekên vê derê werin komkirin. Em naxwazin gundê me xirab bibe.”
Hunermend Dogan Çelîk jî piştgirî da nobedê
Hunermend Dogan Çelîk bi berhemên xwe yên Kirmanckî (Zazakî) piştgirî da nobeda gundiyên Havaçorê heta ku herêm were parastin. Çelîk got:
“Em dixwazin ev der di nav qadên madenan de nemînin, ev der nebin milkê kesên din. Em naxwazin ev der werin wêrankirin. Ev der ji me re lazim in, ji mirovahiyê re lazim in. Ev der cihê heqîqetê û mirovahiyê ye, cihê hemû zindewarên xwezayê ye.”
Gundiyan diyar kir ku dê “Nobeta Xweza û Jiyanê” di rojên pêş de jî bidome û ji bo parastina dewlemendiyên xwezayî yên Dêrsimê bang li raya giştî kirin ku piştgiriya wan bikin.

Çavkanî: Rûdaw









