Ji 262 wêjevanan bertek li dijî biryara “mutlaq butlan”ê!

Nûçe

NÛPEL – Gava ku bertekên li dijî biryara “mutlaq butlan”ê ya têkildarî Kongreya Asayî ya 38an a CHPê berdewam dikin, 262 edebiyatvanan daxuyaniyeke hevpar weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar tê wateya destwerdana li vîna gel û mafên demokratîk û banga “Ji rejîma qeyûm re na” hat kirin.

Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser zêdebûna destwerdanên li ser kesên hilbijartî yên serdemên dawî û li dijî kiryarên ku zirarê didin mafê hilbijartin û hilbijêran derketin. Edebiyatvanan parastin ku bi rêya biryarên darazê hewldan tê kirin ku qada siyasî ji nû ve bê sêwirandin û hişyarî dan ku ev yek wê ji bo jiyana demokratîk bibe sedema encamên giran.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek edebiyatvanên Tirkiyeyê, li dijî bêhiquqiyên sîstematîk ên ku vîna gel û mafê hilbijartin û hilbijêran tune dihesibînin, nerazîbûnê nîşan didin.” Her wiha di daxuyaniyê de hat tevgerandin ku kiryarên ku vîna azad, hesta edaletê û nirxên demokratîk dikin armanc, nayên qebûlkirin.

Di metnê de ku banga têkoşîna ji bo Tirkiyeyeke demokratîk cih digire, hat diyarkirin ku divê serweriya hiquqê esas bê girtin û bang li raya giştî hat kirin ku “di hêla rast û xwedî wijdan a dîrokê de cih bigirin.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Gundiyên Havaçorê ji bo parastina xwezayê di nobedê de ne
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

Nûçeyên Sereke