16. Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê

NÛPEL – 16.Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê tê lidarxistin, di roja xwe ya 2’yan de berdewam dike.

Festîvala ku li Rebstockparka Frankfurtê bi şîara “Bi hev re ber bi Dersîma Demokratîk û Xweser ve” tê birêvebirin, Dersîmî, Elewî û hêzên demokrasiyê anîn cem hev. Festîvalê ji bilî çalakiyên çandî, bi panel, konser û hevpeyvînên cihêreng baleke mezin kişand ser xwe.

Pêşkêşvaniya festîvalê ji aliyê Pinar Kazan û Ali Guler ve hat kirin.

Bernameya roja duyemîn a festîvalê bi gulbanga ku ji aliyê keça Ocaqa Dewrêş Cemal, Fîraz Yalvaç Ana û keça Ocaqa Sey Dewrêş Cemal, Cewahîr Altunok Ana ve hat xwandin, dest pê kir.

Hevserokên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Huri Kabayel û Şahin Polat, Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF) Muharem Erdogan û Hevserokên Kongreya Avakirina Dersimê (DİK) Erol Aydin û Akife Polat gel silav kirin.

Pinar û İmam Ozgul bi berhemên ku gotin ecibandineke mezin girtin. Paşê lîstika folklorê hat nîşandan.

“DERSÎM BÊXWEDÎ NÎNE, XWEDÎYÊ DERSÎMÊ DERSÎMÎ NE”

Parlementera DEM Partiyê ya Dersîmê Ayten Kordu axaftinek kir.

Ayten Kordu diyar kir ku ligel polîtîkayên madenê yên li Dersîmê, êrîşên piralî yên li ser bawerî, ziman û nirxên civakî jî berdewam dikin û destnîşan kir ku ev tiştên diqewimin berdewamiya polîtîkayên ku li seranserê Kurdistanê tên meşandin in.

Kordu anî ziman ku li ser xaka Dersîmê êrîşên pir giran hene û bi taybetî bi rêya projeyên madenê hem xwezayî û hem jî strûktûra bawerî û çandî ya herêmê tê armancgirtin. Kordu destnîşan kir ku qetlîamên jinan jî parçeyekî van êrîşan e û dosyaya Gulistan Doku bi bîr xist; her wiha got ku ji aliyê raya giştî ve hat dîtin bê Walîyê Dersîmê yê wê demê Tuncay Sonel ji bo parastina kurê xwe çawa helwestek nîşan daye.

Kordu anî ziman ku polîtîkayên li Dersîmê ji polîtîkayên li herêmên din ên Kurdistanê serbixwe nînin û weha got: “Bi polîtîkayên hişbir û fuhûşê hewl didin nirxên civakê xira bikin. Di nav civakê de bêewlehiyekê ava dikin, mirovan li dijî hev sor dikin û bi belavkirina lîsteyên cihêreng hewl didin vê bêewlehiyê hîn kûrtir bikin.”

Kordu diyar kir ku bi rêya gotina “Dersîm bêxwedî ye” dixwazin van polîtîkayan rewa bikin û weha got: “Dersîm bêxwedî nîne. Xwediyê Dersîmê Dersîmî ne.”

Kordu bang li Dersîmiyên li dîasporayê dijîn jî kir, destnîşan kir ku berpirsiyariya her kesî li ser xaka ku lê ji dayik bûye heye û got: “Divê em ne tenê ji bo geştên tûrîstîk, ji bo xwedîderketina li welatê xwe jî herin Dersîmê.”

Kordu li gotinên xwe zêde kir ku nirxên dîrokî, çandî û civakî yên Dersîmê carna bi êrîşên eşkere, carna jî di bin navê piştgirî û pesndayinê de bi polîtîkayên curbecur dixwazin bên tunekirin.

BÛK LI SER PIŞTA HESPÊ HAT ANÎN

Yek ji çalakiya ku di qada festîvalê de herî zêde bal kişand ser xwe, daweta Dersîmê bû. Di şahiya dawetê ya sembolîk de kevneşopiya anîna bûkê ya li ser pişta hespê ku ber bi windabûnê ve diçe, hat zindîkirin. Karwana dawetê li gel bûka li ser hespê, heta ber sehneyê meşiya. Li ser sehnê şekir bi ser serê bûkê de hatin reşandin û paşê di bin dengê dehol û zurneyê de govend hatin gerandin.

Hatimogullari: Aşitî li ser tepsiyeke zêrîn nayê pêşkêşkirin, dê bi têkoşînê bê qezenckirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di axaftina xwe ya li 16’emîn Festîvala Çandê ya Dersîmê ya Ewropayê ku li Frankfurtê hat lidarxistin de diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aşitiyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin û statuya Abdullah Ocalan zelal bibe. Hatimogullari da zanîn ku operasyonên darazê yên li ser CHP’ê pêvajoya aşitiyê sabote dikin û bal kişand ser çetebûn û polîtîkayên şerê taybet ên li Dersîmê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di axaftina xwe ya li 16’emîn Festîvala Çandê ya Dersîmê ya Ewropayê ku li bajarê Frankfurt ê Almanyayê hat lidarxistin de, li ser gelek mijaran; ji geşedanên li Rojhilata Navîn bigre heta êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê, ji polîtîkayên şerê taybet ên li Dersîmê heta pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. Hatimogullari destnîşan kir ku aşitî bixweber nayê û got: “Aşitî li ser tepsiyeke zêrîn nayê pêşkêşkirin. Aşitî dê bi birêxistinbûn û têkoşînê bê qezenckirin.”

Li Dijî Êrîşên Ser Elewiyên li Sûriyeyê Bertek

Hatimogullari diyar kir ku di serdema rêveberiya HTŞ’ê de êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê berdewam dikin û anî ziman ku Elewiyên Ereb ên li Lazkiye, Hema, Humus û Şamê dijîn dibin hedef.

Hatimogullari da zanîn ku di konferanseke jinan de ku ew jî beşdar bibû, jinên Elewî behsa komkujiyên ku jiyane kirine û got: “Dema min li wan guhdarî dikir, min wekî ku komkujiyên Gurgum (Maraş), Sêwas û Dersîmê ji nû ve bijî his kir.”

Hatimogullari bal kişand ser rewşa xwendekara bijîşkiyê Betul Suleyman ku yek ji jinên ciwan ên Elewî ye û hatiye revandin; diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya Elewî rastî zextan tê û banga pişgiriye kir.

“Dersîmê Wekî Laboratuvarekê Bi Kar Tînin”

Hatimogullari anî ziman ku polîtîkayên şewitandina gundan û koçberkirina bi darê zorê yên salên 1990’î îro bi rêbazên cuda tên domandin û diyar kir ku bi sepanên wekî hişbir, çetebûn û şerê taybet bi taybetî ciwan dibin hedef.

Hatimogullari got, “Dersîm wekî laboratuvarekê girtine dest” û destnîşan kir ku hewl tê dayîn ciwan ji ziman, bawerî û nirxên xwe yên civakî bên qutkirin.

Hatimogullari behsa dosyayên Gulistan Doku û Rojin Kabaiş jî kir û diyar kir ku divê ev bûyer bên ronîkirin û got: “Koka van têkiliyan digihîje kû derê, divê lêpirsîn li wir kûr bibe.”

“Em Li Jinen Winda Digerin”

Hatimogullari anî ziman ku li Dersîmê jin dibin hedef û navên Gulistan Doku û Rojin Kabaiş bi bîr anî: “Em li keçên winda yên Dersîmê digerin. Jin dê li dijî wê hişmendiya ku hewl dide bi rêbazên cuda jinan tune bike, têkoşîna xwe bidomînin.”

“Banga Ocalan Li Cihê Xwe Rawestiyaye”

Hatimogullari ku beşeke girîng a axaftina xwe ji pêvajoya aşitiyê re veqetand, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kiribû, hîna jî daxwaz û girîngiya xwe diparêze.

Hatimogullari da zanîn ku piştî banga Ocalan aliyên peywendîdar hinek gav avêtine û niha divê hikûmet gavên şênber biavêje.

Hatimogullari got, “Gava herî girîng a ku tê hêvîkirin, derxistina qanûna çarçoveyê û anîna statuya Birêz Ocalan ser zemînekî qanûnî û hiqûqî ye.”

“Operasyonên Li Ser CHP’ê Aşitiyê Sabote Dikin”

Hatimogullari operasyonên darazê yên li ser CHP’ê rexne kir û diyar kir ku ev destwerdan siyaseta demokratîk dikin hedef.

Hatimogullari anî ziman ku wekî DEM Partî ew li dijî van operasyonan derdikevin û got: “Set li ber aşitiyê tê danîn. Ev operasyon pêvajoya aşitiyê sabote dikin.”

Banga Rakirina Qeyûman û Serbestberdana Girtiyên Siyasî

Hatimogullari diyar kir ku divê dawî li sepanên qeyûman bê anîn, kesên hilbijartî yên ji wezîfeyê hatine girtin vegerin ser wezîfeyên xwe û şaredarên girtî bên berdan.

Her wiha Hatimogullari xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin û bang kir ku Osman Kavala, Can Atalay, Çigdem Mater, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê serbest bên berdan.

“Em Dê Aşitiyê Bi Hev Re Ava Bikin”

Hatimogullari destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di serdemeke dijwar re derbas dibe, tevî vê yekê jî ew ê dest ji têkoşîna aşitiyê bernedin.

Hatimoğulları têkoşîna Dayikên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aşitî bi rawestandin û bendewariyê nayê. Dê bi têkoşîna hevpar a jin, ciwan, Elewî û gel û baweriyên cuda bê avakirin. Em bawer dikin ku di dema herî tarî de, em ê derkevin ronahiyê.”

HUSEYİN MAT: EM AŞTIYEK BI RÛMET DIXWAZIN

Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABF) Huseyin Mat jî di axaftina xwe de diyar kir ku Elewî ne tenê di rojên xemgîn û bi êş de, di cejn û demên şahiyê de jî dikarin werin cem hev.

Mat da zanîn ku ev yekitiya wan hinek derdoran aciz dike û got: “Em mirovên wisa ne ku dema govendê jî digerînin, dikarin di nav berekê de bin.”

Mat her weha bal kişand ser wê yekê ku dê Dersîmî û Elewî nebin parçeyê tu hesabên siyasî û wiha axivî: “Wekî tiştên ku anîn serê Sey Rîza, tu kes nikare çokê bi me bide danîn. Tu kes nikare ne Dersîmiyan ne jî Elewiyan bike amûrê şer û pevçûnên navbera xwe.”

Mat daxuyaniyên karsaz Rahmi Koç ên li ser jinan û nasnameyên etnîkî jî rexne kirin û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin piçûkxistina nasnameyan.

Mat daxwazên xwe yên ji bo aştiya civakî û hemwelatiya wekhev nû kirin û ev îfade bi kar anîn: “Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Em êdî naxwazin bibin civakeke ku tê birêvebirin.”

Yek ji çalakiyên herî balker ên li qada mîhrîcanê jî daweta Dersîmê bû. Di konvoya dawetê ya sembolîk de, kevneşopiya anîna bûkê ya li ser pişta hespê ku ber bi windabûnê ve diçe, hat zindîkirin. Paşê ji herêmên cihê lîstikên folklorî hatin nîşandan. Di tevahiya mîhrîcanê de gelek hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê. Cemil Koçgirî û hunermendên piçûk ên li gel we eleqeyeke mezin dîtin; her weha Ferhat Tunç, Grup Munzur, Ozan Serdar, Beser Şahin, Pinar Aydinlar, Lale Koçgün, Gülseven Medar, Dijwar 23 û Pinar & İmam Ozgul bi berhemên ku gotin, bûn sedema ecibandineke mezin.

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê banga ‘sêdaran rawestînin’
Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî Rahmî Koç û Bînalî Yildirim gilî kirin

Nûçeyên Sereke