Li Amedê Ji Bo 15’ê Gulanê Banga Deklerasyonê Hat Kirin

AMED (Nûpel) – Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi şîara “Statuya Kurdî – Perwerdehiya bi Kurdî” bang li hemû gel kirin ku tevlî daxuyandina deklerasyonê bibin.

Saziyên ziman û saziyên demokratîk amadekariyên xwe yên ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomînin. Di vê çarçoveyê de vexwendnameyek hat weşandin û bal hat kişandin ser girîngiya zimanê dayikê.

“Zimanê Me Nasnameya Me Ye”

Di metna vexwendnameyê de hat diyarkirin ku parastina zimanê kurdî tê wateya parastina pêşerojê. Saziyan bi daxuyaniyekê bang li raya giştî kirin û ev peyam dan:

“Zimanê me nasnameya me ye; xwedîderketina li zimanê xwe, xwedîderketina li pêşeroja xwe ye. Em bi şîara ‘Statuya Kurdî – Perwerdehiya bi Kurdî’ deklerasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li dar bixin.”

Bernameya Daxuyaniyê

Li gorî agahiyên di vexwendnameyê de hatine parvekirin, bernameya daxuyandina deklerasyonê wiha ye:

Dîrok: 2’ê Gulanê

Saet: 11:00

Cih: Parka Ekin Ceren, Amed

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di dawiya bangawaziya xwe de Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê kurd pîroz kirin û daxwaz kirin ku her kes bi ruhê neteweyî xwedî li zimanê xwe derkeve.

Van jî bibîne

 

​Du Berhemên Nû ji Hostayê Çîroka Kurmancî Babayê Keleş: ‘Nîşanî’ û ‘Serhatî’ Derketin
Ji Qral Charles “Bersiva Dîrokî” ji bo Trump: “Hûn ê bi Fransî Biaxiviyan”

Nûçeyên Sereke