NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di şîva fermî ya li Koşka Spî de, di navbera Qralê Îngilistanê Charlesê III û Serokê DYA’yê Donald Trump de diyalogên balkêş û tije henekên dîrokî derketin pêş. Qral Charles, bersiveke zirav da gotina Trump a navdar û got: “Heke em nebûna, we ê niha bi Fransî biaxiviya.”
Li paytexta Amerîkayê, şîva ku ji bo rûmeta Qral Charles hatibû dayîn veguherî qada peyamên dîplomatîk û henekên li ser dîroka her du welatan.
“Bersiva Almankî bi Fransî Hat Dayîn”
Serokê DYA’yê Donald Trump berê di gelek axaftinên xwe de ji bo welatên Ewropayê gotibû, “Heke Amerîka nebûya, we ê niha bi Almankî biaxiviya.” Qral Charles ev gotin bi bîr xist û bi şêwazekî zirav “laf avêt” Trump. Charles bi referansa pêşbaziya mêtingeriyê ya di navbera Îngilistan û Fransayê de ya li Amerîkaya Bakur, wiha got:
“Heke em (Îngiliz) nebûna, we dê niha bi Fransî biaxiviya.”
Ev bersiva Qral a li ser dîroka sedsala 18’an di salonê de bû sedema ken û çepikan.
Heneka “Şewitandina Koşka Spî”
Qral Charles tenê bi vê bersivê nema û bal kişand ser xebatên nûkirinê (restorasyon) yên Trump ên li Koşka Spî. Charles, şewitandina Koşka Spî ya ji aliyê artêşa Îngiliz ve di sala 1814’an de bi bîr xist û bi henekî got:
“Me jî di dema xwe de hewldaneke ‘pêşxistina milk û mal’ (real estate development) pêk anîbû.”
Charles her wiha behsa “Bûyera Çaya Bostonê” (Boston Tea Party) jî kir û diyar kir ku ev şîva îşev ji wê bûyera dîrokî “gelekî çêtir e.”
Trump: “Wî Demokrat Rakin Ser Piyan”
Serokê DYA’yê Donald Trump jî di axaftina xwe de pesna axaftina Qral Charles a li Kongreyê da û bi ser siyasetmedarên muxalif de çû. Trump bi ken got: “Wî karî Demokratan rake ser piyan; min heta niha qet ev yek bi ser nexist.”
Diyariya Sembolîk: Zengila HMS Trump
Di dawiya şîvê de Qral Charles diyariyeke watedar pêşkêşî Trump kir. Charles, zengila binavavgera Îngiliz a bi navê HMS Trump ku di sala 1944’an de hatibû çêkirin, da Serok Trump. Qral Charles di dema dayîna diyariyê de got: “Bila ev zengil bibe sembola paşeroj û pêşeroja me ya hevpar. Heke hûn bixwazin xwe bigihînin me, tenê zengilê lêxin bes e.”
Tevî rageşiya li ser mijara Îranê, ev hevdîtina germ nîşan da ku “têkiliya taybet” a di navbera Îngilistan û DYA’yê de bi hemû hêza xwe berdewam dike.










