Civata Giştî ya KNK’ê: Dê bê xwestin ku Gelê Kurd di NY’ê de bibe çavdêr

Nûçe

NÛPEL – Di Civata Giştî ya 24’an a KNK’ê de, nameya fermî ya ku ji bo gelê Kurd bi statuya çavdêr di Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih bigire û ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re bê pêşkêşkirin, bi dengên delegeyan hat qebûlkirin.

Di rûniştandinên roja duyemîn ên Civata Giştî ya 24’an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, zemîna pratîkî ya yekîtiya neteweyî û stratejiyên dîplomasiya navdewletî hatin nirxandin. Di civata giştî de, ji aliyekî ve pêşniyarên ji bo wezifdarkirina komisyonekê ku rê, rêbaz û pêvajoyên amadehiyê yên xebatên kongre û konferansa neteweyî bimeşîne ji aliyê delege û nûnerên saziyan ve bi berfirehî hatin nîqaşkirin; ji aliyê balê ve jî, serlêdana ji bo statuya ‘Neteweya çavdêr a ku ne endam e’ ku di dîroka Kurd de cara yekem e ji aliyê saziyeke fermî ve ji bo NY’ê bê kirin, hat muzakerekirin û biryardar kirin.

STATUYA NETEWEYA ÇAVDÊR

Di nameya ku naskirina fermî ya Kurdan di qada navdewletî de (ku di cîhanê de gelê herî mezin ê bêdewlet in) dihewîne, ev xal hatin diyarkirin:

“Rêzdar Sekreterê Giştî, Neteweyên Yekbûyî qebûl dike ku Kurd koma etnîkî ya herî mezin a bêdewlet in di cîhanê de, û li gora Peymana Neteweyên Yekbûyî, bêyî tu cudahiyê, mafê Kurdan ê diyarkirina qedera xwe û mafên bingehîn ên mirovî hene. Her çend hiqûqa navdewletî bi giştî piştgiriya veqetîna yekalî neke jî, ev helwest zirarê dide mafên bingehîn ên gelê Kurd û mafên wan ên serastkirina vê rewşê. Ev nêzîkatî, neheqiya dîrokî ya ku ji aliyê hêzên mêtinger ên berê ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin, hîn kûrtir dike. Ew ê tespîtek rast be ku em bêjin piraniya pevçûnên heyî yên li herêmê, ji parçekirina Rojhilata Navîn çavkaniyê digirin. Bêstatubûna hiqûqî û siyasî dengê Kurdan dibire, dibe sedema cudakarî û zextê li ser me. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku em rastî êrîşên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine, rûbirûyî koçberkirina girseyî bûne; neçar mane ku li ber sûcên din ên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê aktorên dewletê ve hatine kirin, li ber xwe bidin.

Li welatê mîratî yê bav û kalên me, bi me re tenê wekî hemwelatî an jî rûniştvanên wan dewletên ku Tirk, Ereb an Fars serdest in, muamele tê kirin. NY ku berdewam e di pênasekirina xwe ya wekî yekîtiya dewletan de, berpirsiyariya windahî û azarên ku em dikişînin, hildigire ser xwe. Em dixwazin di vê paradîgmaya bêalîbûnê ya NY’ê de guhertinek pêk bê. Em ji NY’ê daxwaz dikin ku bibe alîkar da ku pejirandina mafê me yê diyarkirina qedera xwe û azadiyên me misoger bibe. Em bawer dikin ku statuya heyî nikare bi vê şêweyî berdewam bike.

Em Kurd, wekî neteweyeke 60 milyonî, ne tenê ji avakirina dewletê, di heman demê de ji naskirina wekî netewe jî bêpar tên hiştin. Di sedsala borî de mafên me yên bingehîn hatin redkirin û wekî neteweyeke bêdewlet em rûbirûyî zextên sîstematîk bûn. Tevî ku em krîterên naskirina wekî netewe li gora hiqûqa navdewletî bi cih tînin jî; hebûna me ya wekî geleke cuda bi çand, ziman û dîroka me ya xwerû, di qada navdewletî de nayê naskirin. Gelê Kurd daxwaza naskirina navdewletî û nûnertiya di NY’ê de dike. Daxwaza me ya herî kêm ew e ku statuya “dewleta çavdêr a ne endam” ji gelê Kurd re bê dayîn da ku em karibin li ser navê xwe biaxivin, gelê xwe li dijî cudakarî û daxistina derve biparêzin. Ji bo ku em dawî li daxistina hiqûqî û bêdewletbûnê bînin, wekî gelê Kurd pêdiviya me bi platformekê heye ku em karibin mafên xwe biparêzin.

Heta niha di NY’ê de kesên din li ser navê me axivîn. Êdî dema wê hatiye ku gelê Kurd li ser navê xwe biaxive. Em Kurd, xwe wekî netewe pênase dikin û çi etno-sembolîk, çi jî modernîst be, li gora her pênaseya bingehîn a netewebûnê em dikarin bi vê şêweyî bên sinifandin. Me tevkariyên girîng li cihêrengiya çandî, dîrokî û zimanî ya Rojhilata Navîn kiriye.

DIVÊ KURD JI ALIYÊ NY’Ê VE WEKÎ NETEWE BÊN NASKIRIN

Em ji gelek pêlên paqijiya etnîkî û hewldanên asimilasyonê yên ku armanca wan bidawîkirina hebûna me ya Kurdî bû, rizgar bûn; her weha em bûn hêzeke veguhêz ku jiyana hevbeş a bi aştiyane di navbera gelên cihê yên herêmê de misoger dike. Bêyî beşdariya çalak a gelê Kurd, Rojhilata Navîn a geş, mayînde û aştiyane nikare pêk bê. Gelê Kurd di şêwazkirina paşeroja demokratîk, geş û ewledar a herêmê de xwedî roleke girîng e. Em Kurdên ku xwedî vîn û çavkaniyên pêwîst in; em bi biryar in ku li dijî cudakariya zayendî, dînî, neteweyî, etnîkî û zimanî têbikoşin û tevkariyê li avakirina aştiya mayînde bikin. Lêbelê, ji bo ku em karibin rola xwe ya avaker di pêşvebirina aramî û ewlehiya herêmî de bînin cih, divê em wekî netewe bên naskirin. Di vê mijarê de fonksiyoneke giring a Neteweyên Yekbûyî heye.

Banga me: ‘Naskirina Kurdan wekî netewe ji aliyê NY’ê ve, û dayîna statuya dewleta çavdêr a ne endam ji gelê Kurd re di NY’ê de’.”

Piştî xwendina nameya ku wê ji NY’ê re bê şandin, civata giştî li ser van her du mijarên bingehîn ên ku rasterast pêwendiya wan bi paşeroja gelê Kurd re heye, nîqaş meşandin.

Delege, nûnerên saziyan û ronakbîr, pêşî li ser taybetmendiyên strukturî yên komisyona amadekar a ku wê rê û rêbaza konferansa neteweyî diyar bike, sekinîn. Paşê, li ser xetên dîplomatîk ên nameya ku ji NY’ê re bê şandin û têkoşîna statuyê ya ku wê di qada navdewletî de bê meşandin, nirxandin kirin. Piştî ku her du pêşniyar jî pêşkêşî pejirandina delegasyonê hatin kirin, civata giştî bi nîqaşkirina plansaziyên serdema nû berdewam kir.

Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamus û Zeyneb Murad di axaftina xwe ya dawiya civîna du rojan de destnîşan kirin ku hemû rexne, pêşniyar û perspektîfên ku di dirêjahiya civata giştî de ji aliyê delege û nûnerên saziyan ve hatine ziman, bi hûrgulî hatine notkirin û wê di xebatên serdema nû de bi tevahî li ber çavan bên girtin. Hevserokatiyê diyar kir ku aqilê hevpar ê ku di rûniştandinan de derketiye holê wê hêzeke mezin bide yekîtiya neteweyî û xebatên dîplomasiyê yên ku bên meşandin, û spasiya hemû delegasyon, partiyên siyasî û nûnerên saziyan kir ku beşdarî vê civata giştî ya dîrokî bûn û tevkariyan pêşkêş kirin.

WÊ JI BARZANÎ Û TALABANÎ RE NAMEYEK BÊ NIVÎSANDIN

Dîwanê daxuyand ku ji bo nîqaşên li dor konferansa neteweyî veguherin gavên berbiçav, di serî de ji Serokê Giştî yê KDP’ê Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî re, wê ji serokên partiyên cihê yên Kurd re ji bo konferansa neteweyî name bên nivîsandin. Bi vî rengî Civîna Civata Giştî ya KNK’ê ya du rojan bi dawî bû.

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

BAN 10-Salîya Xwe û Roja Aştiya Navxweyî li Amedê Pîroz Dike
Ji Pakistanê ji bo Tehranê peyama krîtîk: Nameya veşarî ji Xamaney re hat şandin

Nûçeyên Sereke