NÛPEL – Wezîrê Karên Navxweyî yê Pakistanê Seyîd Muhsîn Naqvî, li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtinek pêk anî û peyama “taybet û veşarî” ya serokatiya Pakistanê ku ji bo Mujteba Xamaney hatibû şandin, radestî wî kir.
Ev hevdîtin di serdemekê de pêk hat ku Tengava Hurmuzê hatiye girtin û êrişên dualî zêde bûne.
Di demekê de ku li Rojhilata Navîn tansiyon gihîştiye lûtkeyê, Pakistanê ji bo kêmkirina rageşiya navbera Îran û DYA’yê hemleyeke dîplomatîk da destpêkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Pakistanê Seyîd Muhsîn Naqvî, li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hat gel hev û peyameke krîtîk ku îmzeya Fermandarê Artêşa Pakistanê û ya Serokwezîr li ser bû, pêşkêşî aliyê Îranê kir.
Ji asta herî bilind a Pakistanê ji bo Xamaney name
Wezîr Naqvî piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca serdana wî ne tenê têkiliyên dualî ne, di heman demê de ew trafîkeke dîplomatîk a wisa bi rê ve dibe ku rasterast rêberê Îranê Mujteba Xamaney dike hedef.
Naqvî got, “Ez ji bo ku peyamên taybet û pir girîng ên Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr û Serokwezîr Şahbaz Şerîf ên derbarê krîza heyî de bigihînim Ayetullah Mujteba Xamaney, li vir im. Ez bawer dikim ku ev peyam ewqas krîtîk e ku dikare herikîna bûyeran biguherîne.”
Armanc: Dûbare vekirina Tengava Hurmuzê
Di bingeha dîplomasiya ku Pakistan bi rê ve dibe de du armancên sereke hene:
Muzakereyên Îran-DYA’yê: Îslamabad dixwaze rêya diyalogê ya ku di navbera Tehran û Waşîngtonê de asê maye, ji nû ve vebike.
Bazirganiya deryayî: Dabînkirina ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ji bo trafîkê, ku ji ber şer û pevçûnên nêzîkî 40 roj in berdewam dikin ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û ji bo korîdora enerjiya cîhanê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Li qadê şer gur dibe
Tevî hewldanên dîplomatîk jî, tevgera leşkerî ya li herêmê serserî nabe (hêdî nabe). Di heman saetên serdana bakanê Pakistanî de, artêşa DYA’yê ragihand ku li ser Tengava Hurmuzê du balafirên bêpîlot (BBP – ÎHA) yên Îranê hatine xistin.
Li beramberî vê yekê, rêveberiya Tehranê wekî tolhildana bombebarkirina tesîsên çavdêriyê yên Îranê ji aliyê DYA’yê ve; ragihand ku wan bi gelek fuzeyan û balafirên bêpîlot êriş birine ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuveytê.
Hêviya Îslamabadê: Dibe ku her tişt bi başî bi dawî bibe
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di hevdîtinê de alî li ser “bi serxistina hewldanên dîplomatîk” li hev kirine.
Wezîrê Pakistanî Naqvî, her çend ji dayîna hûrgiliyên derbarê naveroka peyamê de xwe bide paş jî, bi gotina “Ez hêvî dikim ku her tişt bi rengekî baş bi dawî bibe”, hêviya xwe ya ji bo aştiya li herêmê anî ziman.










