Li Kadikoyê Beriya 1’ê Gulanê Şahiya Karkeran: Ked, Edalet, Aşitî

Nûçe

STENBOL (Nûpel) – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya navçeya Kadikoyê, di çarçoveya amadekariyên 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê de li Parka Yogurtçuyê şahiyeke bi coş li dar xist. Di şahiyê de daxwazên “ked, edalet û aşitiyê” derketin pêş.

Şahiya ku bi beşdariya Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferit Şenyaşar û bi sedan welatiyan hat lidarxistin, bi stranên koma muzîkê ya Siydeng KAYY-DER’ê dest pê kir.

‘Têkoşîna Ked û Siyasî Yek in’

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan di destpêka şahiyê de axivî û karkerên madenê yên ku li Enqereyê di berxwedanê de ne silav kir. Altan bal kişand ser girîngiya hevparbûna têkoşîna ked û siyaseta demokratîk û wiha got:

“Em xwediyên eslî yên vê civakê ne. Di vê pergala talanê de, ji bilî mezinirina piştevaniyê tu rêyeke din ji me re nehatiye hiştin. Heke em fêm bikin ku qadên têkoşînê ji hev qut nînin, em dikarin li vê xakê aşitiyê ava bikin.”

Altan bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de saet di 10.00’an de li rawestgeha metrobûsê ya Söğütlüçeşmeyê kom bibin û ber bi îskeleya Kadikoyê ve bimeşin.

Şenyaşar: Divê Girtiyên Siyasî Werin Berdan

Piştî Altan, Parlamenterê Rihayê Ferit Şenyaşar axivî. Şenyaşar diyar kir ku ew bi ruhê Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve diçin û got:

“Weke DEM Parti, em ê bi sê daxwazên sereke li qadan bin: Ked, edalet û aşitî. Girtîgeh îro tije bûne û bi hezaran girtiyên siyasî hene. Heke em qala pêvajoyeke aşitiyê dikin, divê li gorî ruhê pêvajoyê girtiyên ku bi neheqî hatine girtin serbest werin berdan.”

Şahî bi “Kursiya Karkeran” berdewam kir. Di vê beşê de gelek karkeran mafê axaftinê girtin û pirsgirêk û daxwazên xwe anîn ziman. Bername bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Trump Rexne li NATOyê Kir: “Dema Pêwîst Bû Ew li Wir Nebûn”
Servet Çetîn Rê Li Amedsporê Vekir: Erokspor Têk Çû, Deriyê Lîga Super Vebû!

Nûçeyên Sereke