Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Şaneya binyatîn a demokrasiyê komun e

Nûçe

AMED (Nûpel) – Di danezana encamê ya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de hat destnîşankirin ku şaneya binyatîn a demokrasiyê komun e; cihê îdarî û rêveberiyê yê komunê jî şaredarî ne û hat gotin ku dê bersiv bidin bendewariyên gel.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), danezana encamê ya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku di 8-9’ê Çileyê de bi şiyara “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ber Bi Civaka Komunal Ve” pêk anîbû, ji pîşeyiyan re ragihand. Konferans bi beşdariya delegeyên ji 450 kesan pêk dihat birêve çû û di serî de ji bo Şaredarê Sêrtê yê serdema borî Selim Sadak û Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu, diyariî siyasetmedarên ku di dîroka 47 salan a rêveberiyên herêmî de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.

Di danezanê de hat diyarkirin ku di konferansa du rojan de pêvajoya siyasî û xebatên rêveberiyên herêmî yên du salên borî hatine nirxandin û di ronahiya van nirxandinan de ji bo xebatên ku di serdema pêş de bi ruh û hişmendiya komunalîteyê werin meşandin pêşniyar derketine holê û biryarên girîng hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Belgeya Helwestê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hatiye nûkirin; rêgezên bingehîn, rêbaz û esasên xebatê û polîtîkayên girtina karkeran a rêveberiyên herêmî di çarçoveya hewcedarî û armancên serdema pêş de ji nû ve hatine pênasekirin û qebûlkirin.

‘ÎRADEYA GEL PROJEYA HEGEMONÎK PÛÇ KIR’

Di danezanê de ku hat gotin “Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya demokrasiya herêmî bernedin”, ev îfade hatin bikaranîn: “Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de partiya me qeyûm careke din rûbirûyî têkçûneke mezin kirine. Tevî her cûre şert û mercên neyeksan, hîle û hewldanên destserkirinê jî partiya me bi 78 şaredariyan û bi gelek qezencên rêveberiyên herêmî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Bajêr de bi dest xistine, encameke di ser bendewariyan re bi dest xistiye. Qeyûm ne tenê parçeyek ji polîtîkayên zora dewletê ye, lêgerîna avakirina li dijî hegemonyayê bû. Ji ber vê yekê qeyûm stratejiyeke rêveberiyê bû. Têkçûna vê stratejiyê ku armanc dikir bi rêya şaredariyan razîbûna civakê bigire û civakê ji lêgerîna azadiyê dûr bixe û serdestiya xwe ava bike, ne tenê girtina şaredariyan e, bûyereke siyasî ye ku daxwaza guhertinê ya civakê li sindoqan wekî refleks nîşan daye. Encamên hilbijartinê pabendbûna gelê Kurd a ji bo îradeya xwiyakirina rêveberiya xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê îradetiya gel, projeya hegemonîk a ku di şexsê qeyûman de hatibû xistin dewrê pûç kiriye û şandiye çandina dîrokê.”

‘DIVÊ STATÛYA BIRÊZ OCALAN BÊ DIYARKIRIN’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser herikîna dîrokî ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tevî hişmendiya qeyûman û hat gotin: “Bi hewldan û tempoya awarte ya mîmarê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan, di nava çend mehan de gavên girîng ên ku li cîhanê mînakên wan nîn in hatine avêtin. Pêvajoya ku salek û nîv li pey xwe hişt, îro gihîştiye bendewarî û hêviyên derbasbûna qonaxa aştiya pozîtîf. Ji bo vê yekê, di serî de divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên azad ên Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin û statûya wî bê diyarkirin. Li pey wê, di çarçoveya zagona bingehîn de divê zagonên azadî û entegrasyona demokratîk werin derxistin û bikevin meriyetê, gavên ku hewcedariya wan bi rêziknameya qanûnî nîn e jî bi lez werin avêtin û piştre bi rêziknameyên nû werin mîsogerkirin. Di vê çarçoveyê de, vekişandina qeyûmên heyî bi biryareke îdarî û piştre wekî ku di rapora dawî ya Komisyona Pişgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya TBMM’ê de hatiye diyarkirin, betalkirina tayînkirina qeyûman a ku dispêre xala 45’an a Qanûna Şaredariyê ya bi Hejmara 5393’an elzem e.”

‘DI QANÛNA ŞAREDARIYÊ DE HEVSEROKATÎ BÊ NASKIRIN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Hevserokatî, yek ji mînakên herî bihêz e ku sedemên hebûna me şiklê siyasî digire” û derbarê hevserokatiyê de ev tişt hatin gotin: “Destpêka pêkhatina azadiyê, pêkanîna paradîgmaya azadîparêziya jinê ye. Şerta yekem a şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku mirov paradîgmaya azadîparêziya jinê heta rûvên jiyanê bijî û pêk bîne. Di serî de qezencên jiyanî û rêveberiyê yên paradîgmaya azadîparêziya jinê hevserokatî tê. Pêvajo û sepana hevserokatiyê ku têkoşîna me ya azadiyê pêşengiya wê kiriye, bi demê re ji bo gelek pêkhateyên demokrat, sosyalîst û şoreşger bûye mînak; qadeke berfireh a belavbûnê bi dest xistiye û tevî hin qedexeyan jî ji aliyê dewletê ve bi qanûnî hatiye naskirin. Bi vê aliyê xwe ve, hevserokatî hem di qada îdeolojîk-polîtîk de hem di xeta têkoşîna civakî de hem jî di çarçoveya têkoşîna li dijî dewletê de qezenceke mezin e. Demên dawî de êrîşên sîstematîk ên zihniyeta mêrşahî, dewletparêz, desthilatdar û zordar ên li ser paradîgmaya azadîparêziya jinê û qezencên têkoşîna me ya ku di vê rêyê de berdêlên mezin daye, zêde bûne. Em ê li dijî van êrîşan helwesteke pasîf an jî tenê bertekî nîşan nedin. Berovajî vê, ji ber ku em dizanin ev qezenceke jiyanî ya têkoşîna me ye, em ê pergala hevserokatiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bînin her qada jiyanê. Di qonaxa nû ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dest pê kiriye de, em rûbirûyî berpirsiyariyeke dîrokî ne ku bi zagonên azadî û entegrasyona demokratîk demokrasiya herêmî xurt bikin û pergala hevserokatiyê di hemû zagonan de bidin naskirin. Bangawaziya me ji bo TBMM û saziya siyasetê ew e ku di serî de Qanûna Şaredariyê, di hemû qanûnên ku pêwendiya wan bi siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî re heye de pergala hevserokatiyê bê naskirin.”

‘ŞANEYA BINYATÎN A DEMOKRASIYÊ KOMUN E’

Di danezanê de bal hat kişandin ku şaneya binyatîn a demokrasiyê komun e û cihê îdarî û rêveberiyê yê komunê jî şaredarî ne. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bêguman ne gengaz e ku mirov komunê tenê bi şaredariyan sînordar bike, lê şaredarî û di wateya berfireh de rêveberiyên herêmî yên demokratîk, di hûnandina jiyana komunal a di nav civakê de û avakirina civaka demokratîk de xwedî roleke pêşeng in. Şaredariya civaka demokratîk, şaredariya gel e. Siyaset û xizmetê bi gel re kirin e. Demokrasiyê ji herêmî ve kirina jiyanî ye. Destpêka demokrasiyê ji herêmê dibe û şaredariya civaka demokratîk amade û daxwazkar e ku vê pêk bîne. Pêşxistina tevgera şaredariya demokratîk; rêxistinkirina hemû beşên civakê di serî de jin, ciwan, astengdar, gelên xwedî nasnameyên cuda û bawerî li ser bingeha hewcedariyên wan, wezîfe û berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ye. Perwerde, ziman, çand, tenduristî, aborî û ekolojî di serî de van hewcedariyan tên.”

‘EM Ê BERSIV BIDIN BENDEWARIYÊN GEL’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Şaredariya civaka demokratîk, di serdema nû de ji bo me nexşeya rê ya bingehîn e. Ev rê dê li ser kîjan rêgez û esasan bê avakirin, bi îradeya hevpar a ku di konferansa me de derketiye holê şêwaz girtiye. Em ê destkeftiyên serdema borî bi biryarên serdema nû re bînin cem hev û bi hêz bersiv bidin bendewariyên gel. Em ê talana ku di serdema heşt salan a qeyûm de pêk hatiye tamîr bikin û telafiya salên windabûyî bikin. Ji bo vê armancê di serdema nû de, bi girtina bingeha îradeya ku konferansa me derxistiye holê, em careke din beyan dikin ku em rêgeza tevlêbûna demokratîk wekî fêmkirina rêveberiya xwe ya bingehîn qebûl dikin. Bi qebûlkirina ku gel di pêvajoyên biryardanê yên şaredarî û meclisên giştî yên bajaran de wekî kiryarê bingehîn e, di serî de xebatên budçeya beşdar, em ê komunên ava bikin; bi rêya meclis û konseyên bajaran mekanîzmayên biryardanê yên bi gel re çalak bikin. Em ê têgihîştina civakeke ku nayê birêvebirin, lê rasterast beşdarî rêveberiyê dibe mezin bikin.

Pêkanîna têgihîştina şaredariyekê ku pêşengiyê dide rêxistinên komun û kooperatîfan, piştgiriya van xebatan dike û belav dike jî, yek ji armancên bingehîn ên vê serdemê ye. Bi têgihîştina ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ em ê her şaredariyekê wekî komunê rêxistin bikin. Em ê nêzîkatî û kesayetiya komunalîst pêş bixin ku tê de hemû beşên civakê xwe dibînin, dibin xwedî gotin û biryarê. Em ê şaredariyan ne tenê wekî saziyên ku xizmetê hildiberînin, di heman demê de wekî qadên demokratîk ên ku piştgiriya civakî û jiyana hevpar tê de tê rêxistinkirin ava bikin.

DI PÊVAJOYA GIRTINA KARKERAN DE PERGALA PIŞKÊ

Dema ku krîza aborî ya kûr a Tirkiyeyê û pirsgirêkên aborî yên ku şaredariyên me rûbirû ne werin ber çavan, şiklê nîşandana meqam, post û wesayît-amûrên ku tên bikaranîn ji bo civakê girîngiyeke hîn mezintir digire. Konferansa me îradeyeke zelal derxistiye holê ku hemû hilbijartiyên me di jiyana xwe û pêpajoyên xwe de bala xwe bidin vê yekê; çavkaniyên şaredariyê bi bandor, bikêrhatî û ji bo berjewendiya gel werin bikaranîn. Bi taybetî di nav nifşê ciwan de pirsgirêkeke cidî ya bêkarî û îstihdamê heye. Ev rewş zext û bendewariyeke civakî diafirîne û piraniya caran ev yek li ser şaredariyan kom dibe. Bersivdana van bendewariyan bi rêbazên wekhevpar, adil û şeffaf berpirsiyariya bingehîn a rêveberiyên herêmî ye. Ji ber vê yekê, em di pêvajoyên girtina karkeran a şaredariyên xwe de pergala pişkê êdî wekî rêgezeke bingehîn qebûl dikin. Em armanc dikin ku hemû hemwelatiyên ku daxwaza îstihdamê dikin, li gorî wekheviya fersendan a li ser bingeha liyakatê werin nirxandin û ji bo her kesî pêvajoyên adiltir werin meşandin.

Ji tespîta ‘Ziman hilgirtiyê çandê ye’ em ê xebatên zimanê dayikê û çandê li hemû herêman bixin meriyetê. Li aliyekî em ê bi têgihîştina şaredariya pirzimanî xizmetê pêşkêş bikin, li aliyê din jî em ê beşdarî parastin, pêşketin û veguhastina zimanên herêmî ji bo nifşên paşerojê bibin. Em ê li herêman xebat û çalakiyên ku taybetmendiyên çandî yên gelan esas digirin pêk bînin. Em ê ziman û çanda gelan bidin jiyandin, di xala veguhastina vê mîrasa çandî ji bo nifşên pêş de berpirsiyariya ku dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK FORMÛLASYONA DEWLET + DEMOKRASÎ

Çarçoveya ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ xalnîşandibû, di xala derbaskirina paradîgmaya serdestiya netewe-dewletê de û derbarê siyaseta demokratîk de xwedî mohreke dîrokî ye. Stratejiya siyaseta demokratîk, zemîna avakirina paradîgmaya civaka demokratîk e. Kevirên vê zemînê jî tenê bi têgihîştina rêveberiyên herêmî yên demokratîk dikarin werin hûnandin. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk, gava kurola xwe ya pêşeng û avakar bilîzin, civaka demokratîk jiyanê dibîne. Pêşxistina demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk jî bi entegrasyona demokratîk pêkan e. Bi entegrasyona demokratîk pêkhatina formûlasyona dewlet + demokrasî, di heman demê de dê bibe zemîna yekitiya komunal a gelê Kurd û gelên herêmî. Ji bo vê yekê bêyî windakirina demê divê gavên qanûnî werin avêtin. Ji bo pêşketina demokrasiya herêmî, rakirina şertên li ser Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û nûkirina ruhê ‘demokrasiya herêmî’ ya Destûra Bingehîn a 1921’an elzem e. Bi vê nûkirinê re, dê fersend çêbibe ku rêveberiya giştî ya Tirkiyeyê bibe xwedî pêkhateyeke nenavendî (adem-i merkeziyetçi) û fersendê bide ku desthilatdarî ji rêveberiya navendî ji bo rêveberiyên herêmî bê veguhastin. Dîsa rakirina şertên li ser Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, derxistina ‘Qanûna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ û ‘Qanûna Civaka Sivîl a Demokratîk’, dê di rûniştina paradîgmaya civaka demokratîk de û şandina paradîgmaya serdestiya netewe-dewletê ji bo çandina dîrokê de roleke diyarker bilîze.

Bi van ramanan, em hêvî dikin ku Konferansa me ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku me bi şiyara ‘Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ber Bi Civaka Komunal Ve’ li dar xist, di avakirina civaka demokratîk de ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bibe alkar.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Mesrûr Barzanî û Ehmed Davutoglu li Hewlêrê civiyan
Gimgimî li dijî JES’ê ne: Em dest ji xaka ku rehên me lê ne bernadin

Nûçeyên Sereke