Veysi Varli: Çîroka Çemê Çetelê

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Hefteya borî di televîzyoneke tirkî beşa kurdî de, strana “Elî Xwarzê” digotin. Wisa xuya dikir ku haya wan ji dîroka vê stranê tune ye; ka ji aliyê kê ve, ji bo çi û çawa hatiye hûnandin. Li ser vê yekê, min xwest ez ji bo xwendevanên hêja kurteçîroka vê stranê binivîsim û ji bo kesên eleqedar jî gotin û notayên her du stranan pêşkêş bikim.

Piştî qetilkirina 14-15 hezar kurdan li Geliyê Zîlan û têkbirina Serhildana Agiriyê, dewleta Romê wekî Serhildana Şêx Seîd, ferman û sirgûna ji bo pêşeng û begên kurdan derxist. Li gorî dengbêjan, ji van began yek jî kesê bi navê Evdo Beg e. Evdo Beg li hemberî vê fermanê derdikeve; tevî kurên xwe, peyrewên xwe û xwarzêyê xwe yê bi navê Elî, ji gund derdikevin, dibin mehkûm û berê xwe didin stargeha kurdan, ango çiyan.

Dîsa li gorî hin dengbêj û çîrokbêjan, Evdo Beg carinan bi dizî tê gund û malbata xwe dibîne. Rojekê dema ku ew, kurê wî û xwarzêyê wî Elî tên gund, ji gundiyan kesek diçe qereqolê û îxbara Evdo Beg dike. Ji aliyê cendirmeyan ve dora mala Evdo Beg tê girtin û jê tê xwestin ku teslîm bibe. Evdo Beg teslîm nabe û ji kurê xwe re dibêje: “Tu bi cendirmeyan re şer bidomîne, em ê ji aliyê paş ve ji malê derkevin.” Lê kurê wî cesaret nake û kesên din ên malê jî vê yekê qebûl nakin.

Li ser vê qebûlnekirinê, Elî (xwarzêyê Evdo Beg) dibêje: “Ez ê şer bikim, hûn herin.” Elî şer didomîne û Evdo Beg û yên pê re diçin. Fîşekên Elî diqedin û bi birîndarî dîl tê girtin. Piştî îşkenceyên giran, wî dibin girtîgeha Bazîdê (hin dibêjin birine girtîgeha Îdirê ya bi navê Kapusacê). Elî sê salan di bin îşkenceyên giran de dimîne, lê li hemberî hemû zextan jî cihê xalê xwe eşkere nake.

Dîsa li gorî hin vegotinan, bi alîkariya leşkerekî kurd an jî bi rêya malbata xalê xwe, agahî dişîne ji xalê xwe re û dibêje: “Sirgûna me ya 35 kesan ji bo girtîgehên Sînop û Zonguldakê derketiye. Ji bo sewqkirinê dê me bibin Erziromê, werin di rê de me xelas bikin.”

Rojekê Evdo Beg, ji bo hînbûna navê îxbarkerê ku ew dabûn girtin û ji bo agahiya aqûbeta Elî, ji bajarê Makûyê tê gundê xwe. Gundî vê agahiya ku Elî şandibû jê re dibêjin. Li ser vê yekê, Evdo Beg dikeve nav xebat û pîlanan. Ew xeberê dide dostê bav û kalên xwe Îbo Beg (hin dibêjin Îbo Begê Pasînê ye) û ji bo xelaskirina xwarzêyê xwe alîkariyê dixwaze.

Dema ku Elî û 34 mehkûman derdixin ku bibin Erziromê, Evdo Beg û yên pê re li herêma Kosedaxê û Çemê Çetelê (hin dibêjin ev çem di navbera Pasîn û Erdîşê de ye, hin jî dibêjin di navbera Eleşgirt û Agiriyê de ye) kemînê datînin. Dema leşker û girtî tên, bi saetan şer dikin. Yuzbaşiyê serokê leşkeran û bi dehan leşker tên kuştin û girtî tên xelaskirin.

Lê Elî, wekî dubarekirina dîrokê, dîsa bi destê îxanetkarê bi navê Feqî (ev kesê ku cara pêşîn jî ew îhbar kiribûn) birîndar dibe. Hin dengbêj dibêjin Elî li wir dimire; hin jî dibêjin Evdo Beg ew daniye ser pişta xwe ku bibe Makûyê, lê Elî di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî vê bûyerê, wekî her straneke şînê, jina kurd êş û jana xwe bi dilekî kovan tîne ziman. Keça ku hezkiriya Elî ye û navê wê Gewez (an Sorgewez) e, li ser Elî stranê dibêje. Di nava demê de stran dibe du şax: yek ji devê xalê wî (Elî Xwarzê) û yek jî ji devê xwarzê (De Xalo – Çemê Çetelê). Li gorî vegotinan, Gewez heta roja mirina xwe mêr nake û evîna xwe û hesreta xwe bi xwe re dibe bin axa sar.

ELÎ XWARZIYA (Stranbêj: Bêmalê KEKO)

Elî xwarziya Xwedê xirav bike Mekê û Medînê ye,

Kafirê Feqî gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye vê sibê, reviye ketiye ber teldê mîrata bexîrê ye, nakeve berava eyneliyê ye.

Eliyo bira çevê xalê te kor bibin, vê sibê tilî peçiyê xalê te nagirin, merhemekê çêke bide ser devê mîrata birînê.

De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,

De rabe bira serê xalê qurban be.

Elî xwarziya, felekê çima li me wiha kir,

Kafirê Feqî vê sibê gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye, reviyaye ketiye ber teldê bexîrê,

Dilê onbaşî, bînbaşî, kafirê Roma reş, me şa kir,

Bira mala Feqî kavil bibe vê êvarê,

Mêraniya xalê te kir kesî nekir,

Çewa mêraniya xalê te nava êl eşîra da hinda kir.

De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,

Bira serê xalê qurban be.

Lo xalo, lo xalo, lo xalo

Vê sibê dilê min kînekîn e,

Wey lo xalo vê sibê dilê min kînekîn e,

Gula kafirê Feqiyê Botî çiqa birîna xwarzê te dêşîne,

Gula kafirê Feqî çiqa birîna xwarzê te dêşîne

Xalo de tu rabe, bike bilezîne, 

Cinyazê Elî xwarziyê va orta helîne,

De Roma Reş xayîn e, wê te bigere, destê zorê, cinyazê Eliyê xwarziya te bistîne, xalo rabe,

De rabe, rabe, rabe,rabe, rabe,

Serê xwarzê bira qurban be.

DE XALO (Stranbêj: Kawis AXA)

De xalo, de xalo, de xalo, xalo

Çemê Çetelê çemeke sar e, xalo,

Wele xalo Çemê Çetelê çemeke sar e xêlo,

Kelemçê dest efendî xirxanî ye ciwabekê bive ji xalê min î Evdo Beg re,

Belê li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê,

Li weletî xerîban û xurbetê karî xu bike xalo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e,

Destê mi di kelemçê da rizîne, hewar e, xêlo,

Ê de hewar e xalo, xalo wez girtî me li xerîbiyê.

De xalo, de xalo, xalo,

Çemê Çetelê çemeka bi genim e, xalo,

Çemê Çetelê çemeka bi genim e,

Kelemçê kesî xêrxwaz nedî ciwabekê bibe ji xalê min î Evdo Beg ra,

Belê li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê, li welatî xerîban û xurbetê xalo karî xu bike, xêlo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e, destê mi di kelemçê da rizîn,

De hewar e xalo, hewar e xêlo,

E hewar e xalo, xalo wez girtî me wey li xerîbiyê.

De xêlo, de xalo, de xalo, xalo

Çemê Çetelê çemeke bi ripin e, xalo,

Kesî xêrxwaniye ciwabekê ji xalê min ê Evdo Beg ra bibe,

Li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê, li welatê xerîban û xurbetê karî xu bike xalo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e,

Destê mi di kelemçê da rizîne,

Hewar e xêlo, xalo wez girtî me…

/Veysi Varli/

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Aloziya di navbera Washington û Tehranê de: Gefa Girtina Tengava Bab-ul Mendeb
Bafil Talabani: YNK dê her dem alîgirê yekrêziya Iraqê be

Nûçeyên Sereke