NÛPEL – Ez sêzdeh-çardeh salî bûm. Li gund, rojekê dema ez ji dibistanê dihatim malê, di rê de malbatekê gazî min kir ku ez nameyekê ji wan re binivîsim. Min jî negot na û ez çûm. Di mala wan de herkes wekî bizotê agirî sor bûbû; di çavan de birqên hêrsê digeriyan. Keçikekê di quncikekê de her du destên xwe danîbûn ber rûyê xwe û bi dilekî şewat digirî. Min bi wateya “Xêr e, çi bûye?” li derûdorê nihêrî. Yekî got:
“Dergîstiya wê li Stenbolê ji xwe re ‘sevgîlîyek’ aniye!”
Herkesî sond dixwar, çi dihat devê wan digotin; pêşbaziyeke dijûn û nifiran bû, dirêj dibû û diçû. Apê Xelîl got:
“Êdî wê lingê wî li axa vî gundî nekeve. Jixwe tu ne layîqî biraziya min î, qeşmerê heram!..”
Kaxiz û qelem anîn û li dora min civiyan. Şûrê xwe kişandibûn. Apê Xelîl wekî ku bibêje “bikuje, perçe bike!..” got: “Hade binivîse birazî!”
Min dest bi nivîsandina nameyê kir; di devê wan de peyv wekî guleyên keleşê dipekiyan. Ji hêrsê diricifîn. Tev bi hev re diaxivîn. Qîrîn, nifir û dijûn tevlihev dibûn. Ez heyîrî mabûm; min nizanibû çi binivîsim û çi nenivîsim. Herî dawî min biryar da ku ez tenê axaftina Apê Xelîl û Dayika Meqbûlê binivîsim.
Dayika Meqbûle bi hêstirên çavan re digot: “Ez şîrê xwe li te helal nakim! Te serê me di nav xelkê de nizim kir, rûyê me reş kir. Te dev ji dergîstiya xwe ya wekî xezalekê berda û tu ketî pey qûna orispiyekê!..”
Apê Xelîl qîriya: “Êdî di vê malê de cihê te tune pêzeweng! Weledê zînayê!..”
Dengê wî wisa bilind bû, min got qey dê perdeya guhê min biteqe. Ji ber deng û qelebalixê êdî min nedikarî binivîsim. Hêrsa wan derbasî min jî bûbû; ez rabûm ser piyan û min bi dengekî nîv-bilind got:
“Ez di vê qelebalixê de nikarim tiştekî binivîsim! Hûn çi dibêjin, mesele çi ye, tam nayê fêmkirin!…”
Apê Xelîl bi şêwazekî şermok (mehçûpkar) li min nêrî û got: “Heke tu bixwazî, bila nameya wî bênamûsî bînin; tu bixwîne û wisa binivîse birazî!..” Wekî ku bibêje: “Li qusûra me mêze neke, tu jî fêm bike…” Min got: “Temam!..”
Bûka malê nameya ku quncikek wê bi serê du tiliyên xwe girtî anî û avêt ser dikê. Min nameya Kerem xwend; nameyeke asayî bû. Hest û bêrîkirinên dilê xwe bi şêwazekî delal anîbû ziman. Tiştekî wisa ku wan digot, tê de tunebû. Dema min ev ji wan re eşkere kir, çavên tevan bel bûn; li hev û li min nêrîn. Apê Xelîl pirsî:
“Tu rast dibêjî birazî? Hesoyê alçax ji me re bi awayekî din xwend; gotibû ‘min sevgîliyeke din ji xwe re aniye’!..”
Min got: “Tiştekî wisa tune. Ger hûn ji min bawer nakin, nameyê bibin nîşanî mamoste bidin…”
Bi lez û bez name birin bal mamoste. Wî jî heman tiştê min gotibû anî ziman. Di malê de şahiyê dest pê kir. Hêrs û girîn yekser zivirî ken û şahiyê. Ji ber maçîkirinê ez di nav tifê de mabûm. Ji Heso re jî hema çi dihat ser zimanê wan digotin.
Rastiya bûyerê çi bû ez nizanim, lê dikarim texmîna xwe bibêjim. Îhtimaleke mezin ev e ku Heso çav berdabû keçikê, ji ber vê jî bi zanayî peyvên “Sevgili ailem” (Malbata min a delal) wekî “Sevgili aldım” (Min dildarek girt) xwendibû…
Abdullah Ongullu Şêrwî










