NÛPEL – Raporên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi salan e diweşîne, nîşan didin ku Tirkiye jî wekî Rûsyayê di nav wan welatan de ye ku herî zêde biryarên binpêkirina mafan lê tên dayîn. Di dosyayên krîtîk ên wekî Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de cîbicînekirina biryarên DMME’yê, wan nîqaşan belav dike ku li Tirkiyeyê prensîba dewleta hiquqê bi awayekî fiîlî hatiye rawestandin.
Raporên salane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û daxuyaniyên Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) balê dikişînin ser wê yekê ku li Tirkiyeyê girtina demdirêj, binpêkirina mafê darizandina adil û îddîayên muameleya xerab a li girtîgehan gihîştine asteke sîstematîk.
Li hemberî van rewşan, sazî û kesên ku beriya bi salan li hemberî binpêkirinan refleksên bihêz nîşan didan, îro bi piranî bêdeng dimînin. Di derbarê biryarên derbarê Abdullah Ocalan lan de hatine dayîn de jî heta îro bêdengî hatiye parastin. Îro Ocalan di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de hema bêje di rola muxatabê sereke de ye. Tê hêvîkirin ku gavên di mijara demokratîkbûn û avakirina civaka demokratîk de bên avêtin, aramî û baweriyê zêde bikin; lê di vê mijarê de jî bêdengiyek heye.
Lê rasteqîniyek heye ku divê neyê jibîrkirin: Bêdengî ne rewşeke ewle ye û ne tenê halekî “nebûnê” ye. Bêdengî tu carî nebûye rewşeke masûm; wê her dem encamek hilberandiye. Di mijara pêkanîna edaletê de bêdengmayîn û nedîtina neheqiyan, piştî demekê dibe sedema rewşên hîn xerabtir. Mesela; her binpêkirineke ku rûbirûyî bertekekê neyê, vedixwinek e bo binpêkirineke din. Li ser vê axê dem bi dem rexne li girtina demdirêj dihatin girtin, lê îro sekinîn bûye asayî. Berê bi nîqaşeke hiquqî standardên delîlan dihatin nîqaşkirin, niha em di wê modê de ne ku hewcedarî bi delîlan nîne; mîna ku bêdelîlî ne pirsgirêk be…
Bêtepkiyî û bêdengî bi demê re vediguhere celebekî pejirandinê. Ev pejirandin heke mezin bibe, we ji wê demokrasiya ku hûn xeyal dikin dûr dixe û diavêje cihekî din. Ev rewş li her derê cîhanê heman e. Beşek mezin a cîhanê (piraniya dewletan), ji bo berjewendiyên “cîhana demokratîk” (dewletên ku îdîa dikin bi demokrasiyê tên birêvebirin) bi rejîmên otorîter tên birêvebirin. Heke gel azadî û mafên xwe nefikirin û bêdeng bimînin, cîhana demokrasiyê tu carî guh nade wan. Heta, amûrên demokratîk ji bo berdewamiya bêdengiyê bi kar tîne. Heke em dîsa vegerin ser mînakên li ser vê axê, meriv dikare vê bibêje: Dema li hemberî tiştên ku li ser kevneşopiya HDP’ê hatin kirin bêdengî hat parastin, rewşa ku CHP tê de ma dikare bibe mînakek.
Dîlemaya dilsoziya bi ramanan (bawerî, evîn) û mentiq faktorekî girîng e. Gotina Mewlana ya derbarê aqil û evînê de ku dibêje: “Heke aqilê te hebe bibe dostê aqilekî din û karên xwe bi şêwirînê bike; lê heke evîna te hebe tenê bimîne, ji ber ku evîn bi serê xwe têra şewitandina te dike” mîna hişyariyekê ye. Ev gotin hevsengiyekê bi bîr dixe. Dema raman û dilsozî bêpîvan bin, meriv dikeve ser rêyeke maceraperest. Kî dizane, belkî jî tiştê Ocalan anî rewşa îro, têkiliyeke bi vî rengî ya hevsengiyê ye? Heke aqil û evîn bêpîvan bin coşeke mezin çêdibe, ev carinan me ber bi bêçareseriyê ve dibe.
Ez difikirim ku asta ku Abdullah Ocalan li ber çavê Dewleta Komara Tirkiyeyeyê gihîştiyê, dibe ku encama hevsengiyeke bi vî rengî be. Belê, ji asta “terorîst” a ku li cem dewletê dihat dîtin, îro gihîştina asta “kesê aqilmend” û heta “rêberê avaker”, mijareke wusa ye ku nabe were piçûkxistin. Evîna heta mirinê carinan dikare meriv kor bike, aqilê bi serê xwe jî dikare rêyek tenê û helwesteke hişk nîşan bide. Yanî carinan ne evîn û ne jî aqil bi serê xwe têrê nakin. Ya girîng ew e ku ne evîn û ne jî aqil meriv neşewitînin û nekin xwelî.
Bulent Tekin










