🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Piştî biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo dorpêçkirina Tengava Hurmuzê, Îranê bi daxuyaniyeke tund bersiv da û gefa girtina Tengava Bab-ul Mendeb xwar. Tehran dibêje ku gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump êdî bandora xwe winda kirine.
CENCTOM: Dorpêç Saet 10:00’an Dest Pê Dike
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew ê hemû trafîka deryayî ya bendergehên Îranê dorpêç bikin. Li gorî daxuyaniyê, dorpêça li ser Tengava Hurmuzê îro di saet 10:00’an de bi fermî dikeve meriyetê. Ev biryar weke pêngaveke nû ya zextên aborî û leşkerî li ser Tehranê tê nirxandin.
Bersiva Îranê: “Gefên Trump Bêbandor In”
Li gorî nûçeyên medya Îranê û ajansa Tesnîmê, rayedarên Tehranê diyar dikin ku gefên Trump ne xwedî bawerî ne. Çavkaniyên Îranî destnîşan dikin ku hewldanên Trump ên ji bo agirbestê nîşaneya “bêdesthilatî” û bêbandoriya gefên wî ne.
Îranê li dijî dorpêça Hurmuzê, qerta Tengava Bab-ul Mendeb derxist pêş. Tehran hişyarî dide ku heke zext berdewam bikin, dibe ku kontrola Bab-ul Mendebê—ku di bin bandora komên çekdar ên nêzî Îranê de ye—ji dest biçe û trafîka enerjiyê bê astengkirin.
Metirsiya li ser Aboriya Cîhanê
Pisporên herêmî hişyarî didin ku girtina Bab-ul Mendebê dikare bibe sedema krîzeke gerdûnî. Ev tengav xala herî girîng a girêdana Deryaya Sor û Deryaya Adenê ye û rêya sereke ya keştiyên ber bi Kanala Suweyşê ve ye. Girtina vê derê tê wateya:
Zêdebûna xerca veguhestina enerjiyê (petrol û gaz).
Astengiyên mezin di bazirganiya cîhanî de.
Bûhabûna bihayên kelûpelan li seranserî cîhanê.
Paşxaneya Aloziyê
Ev rageşî piştî daxuyaniyên tund ên Donald Trump gurtir bû. Trump gef xwaribû ku ew dikare “di rojekê de Îranê tune bike” û aboriya wan ji ya Venezuelayê xirabtir bike. Ji aliyê din ve, Tehran bi rêya kontrolkirina tengavên stratejîk hewl dide bersiva van zextan bide û balanseke nû di nava avên herêmî de ava bike.
/Nûçeyên Cîhanê/










