NÛPEL – Gerînendetiya Karên Bobelatan a Şaredariya Peyasê ji bo bersivdana bileztir û bi bandortir li hember karesat, erdhej û rewşên awarte, koma duyemîn a ji 29 xebatkaran pêk tê, xist nav perwerdehiya lêgerîn û rizgarkirinê.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Gerînendetiyê, ev xebatkarên nû niha li Navenda Perwerdehiya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Gerînendetiya Parêzgehî ya AFED a Amedê perwerdehiyê dibînin. Bi qedandina perwerdehiya vê komê, hejmara giştî ya tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Şaredariya Peyasê dê bigihêje 60 kesan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî erdheja dawî û bi hişmendiya ku herêma wan di nav herêmeke bi rîska erdhejê de ye, biryara zêdekirina hêza mirovî hatiye girtin. Şaredariyê di heman demê de amûrên xwe jî xurtir kiriye; bi taybetî dronên dîtina şevê û dronên termal hatine peydakirin da ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de karîgerî û lezê zêdetir bikin.
Berdevkê Gerînendetiya Karên Bobelatan got: “Em wekî Şaredariya Peyasê rûmetê didin jiyana mirovan û bi awayekî çalak li ser vê mijarê dixebitin. Armanca me ew e ku di rewşên awarte de bersivdayîneke herî bi bandor û bilez pêk bînin.”
Ev ji bo zêdekirina amadehiya bajêr li hember karesatên xwezayî û rewşên lezgîn gaveke erênî hate pênasekirin.











