1984 û 2026
“Hezar û Nehsed û Heştê û Çar”, romaneke alegorîk, dîstopîk û polîtîk e ku ji aliyê nivîskarê îngilîz George Orwell ve hatiye nivîsandin. Çîroka romanê di cîhaneke dîstopîk de derbas dibe. Ev pirtûk yek ji navdartirîn romanên dîstopîk e. Bi taybetî têgîna “Big Brother” (Birayê Mezin) ku di pirtûkê de tê pênasekirin, îro jî pir tê bikaranîn. Di heman demê de, têgînên wekî “polîsê ramanê” jî ku di pirtûkê de derbas dibin, ji aliyê George Orwell ve diyarî cîhana me ya îro hatine kirin.
George Orwell ev roman di navbera salên 1947-1948’an de, li Skotlandê (li Girava Jurayê), dema ku bi nexweşiya êşa zirav (tuberkuloz) re têkoşîn dikir, nivîsandiye. Pirtûk cara yekem di 8’ê Hezîrana 1949’an de hatiye çapkirin. Pirtûk bi antî-sosyalîzmê hatiye tawanbarkirin, lê George Orwell li dijî vê yekê derketiye û di daxuyaniya xwe ya 16’ê Hezîrana 1949’an de weha gotiye:
“Min di romana xwe ya nû de (Hezar û Nehsed û Heştê û Çar) armanc nekiriye ku êrîşî sosyalîzmê an jî Partiya Karkerên Brîtanyayê bikim ku ez bixwe jî piştgirê wê me. Lê belê min bal kişandiye ser wan xerabiyên ku aboriyeke navendîbûyî dikare bibe sedema wan, ku ev xerabî niha di komunîzm û faşîzmê de hinekî pêk hatine… Sedema ku mijara pirtûkê li Brîtanyayê derbas dibe, ew e ku ez destnîşan bikim ku nijadên îngilîzîaxêv ji dayikbûnê ve ji yên din bilindtir nînin û heke li ber xwe neyê dayîn, totalîtarîzm dikare li her derê bi ser bikeve.”
Di cîhana dîstopîk a romanê de, gel û jiyan bi rêya tirs, propaganda û şûştina mêjî ya ku di bin rêveberiya partiyeke yekane ya navendî û totalîtar de tê meşandin, tên manîpulekirin. Roman têgînên wekî “Birayê Mezin” û “polîsê ramanê” dihewîne ku paşê bûn navdar. Bi teknîka “ramîna cot” a di pirtûkê de, têgînên li dijî hev bi hev re tên bikaranîn û tê hêvîkirin ku mirov tiştê ku li dijî rastiya eşkere ye qebûl bike. Di romanê de sê welat hene: Asyaya Rojhilat, Avrasya û Okyanusya. Li gorî romanê, piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Împaratoriya Brîtanyayê û koloniyên wê bi dest xistin, welatê Okyanusyayê ava bû. Okyanusya, kontrola tevahiya Amerîka, Awistralya, Antarktîka, Giravên Brîtanyayê û Efrîqaya Bin-Sahrayê di destê xwe de digire. Avrasya, bi desteserkirina Rojhilata Navîn, Ewropa û Efrîqaya Bakur ji aliyê SSCB (Yekîtiya Sovyetê) ve hatiye avakirin. Asyaya Rojhilat jî bi yekbûna welatên Rojhilata Dûr pêk hatiye. Ev welat her dem di nav şer de ne; ev şer ji aliyê rêveberên dewletê ve ji bo rêgirtina li refah û zanyariya gelan û ji bo parastina otorîteya dewletê tê meşandin. Okyanusya, carinan bi Avrasyayê re carinan jî bi Asyaya Rojhilat re dibe mutefîq û her carê wisa agahiyê dide gel ku qey dewleta mutefîq her dem mutefîq bûye û dewleta dijmin jî her dem dijmin bûye. Ji ber ku kontrola agahiyê di destê dewletê de ye, rûdanên berê yekser tên jibîrkirin.
Nivîskar George Orwell, cîhaneke xeyalî afirand. Di wî welatê ku wî wekî kabûsekê nîgar kiriye de, yek ji saziyên herî girîng ‘Wezareta Rastiyê’ bû. Erka karakterê sereke ‘Winston Smith’ û hevalên wî yên kar, guhertina berdewam a arşîvên rojnameyan, pirtûk, gotar û fotografan bû; yanî guhertina rastiyê bixwe ku li gorî dîrektîfên partiyê dihat kirin. Tiştê ku duh qewimîbû, îro dihat ‘serrastkirin’ û gel jî neçar dima ku jê bawer bike. Yanî duh, an qet nehatibû jiyandin an jî îro wekî ku rejimê dixwest hatibû nîşandan. Navên kesên ku rejimê ew wekî xayîn îlan dikirin an jî bi rûxsara “buharkirinê” winda dikirin, ji hemû tomarên dîrokî, lîsteyên jidayikbûnê û arşîvên rojnameyan dihatin jêbirin û mîna ku qet tune bûne, ji dîrokê dihatin qazankirin.
Di vê rejimê de dijminên hundirîn û derve jî pir caran cihên xwe diguhartin. Wekî mînak, welatî dikaribûn bi şaşîtî pesnê dijminekî bidin û bikevin rewşa xayîntiyê. ‘Okyanusya’ herî dawî bi kê re di şer de bû, aştî kengê hat, şerê nû bi kîjan welatî re û kengê dest pê kir? Rastiya herî rast tenê ‘Wezareta Rastiyê’ dizane. Û helbet her carê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Têkçûn dibe serkeftin, serkeftin dibe têkçûn û ev yek li gorî dewletan tê guhertin.
Şewitandin û ji nû ve nivîsandina pirtûkan, guhertina arşîvên rojnameyan, guncavkirina belgeyên dîrokî li gorî rastiya nû… Ev beşa herî hêsan a kar in. Axir hiş, axir bîr û hafize… İşte tam li vir de ‘ramîna cot’ dikeve dewrê. Divê mirov du bawerî an jî du rastiyên ku bi tevahî li dijî hev in, di heman demê de di mêjiyê xwe de bihewîne; gelo ev mimkin e? Gelo hişekî saxlem dipejirîne ku rastiyeke qewimî qet neqewimiye? Lê belê bi awayekî mimkin e. Heke tu bêhişmendiyê bi zanabûn hifdî bikî, heke tu bi awayekî sîstematîk xwe bixapînî û tu bi vê yekê bawer bikî, ev mimkin û hêsan e. Kesên ku vê yekê li beramberî xêr û bêrên sîstemê dikin, di heman demê de berpirsiyar in ku civak jî vê rastiya nû qebûl bike. Li gorî Orwell ev mimkin e: “Wekî mînak, mimkin e ku Selahattin Demirtaş sûcekî mezin kiribe û ji ber wê deh sal in di girtîgehê de ye. Wekî mînak, mimkin e ku kongreyên CHP’ê nehatibin kirin û Ozgur Ozel qet kongreyek bi dest nexistibe. Heta ku mirov dikare bibêje ku kesên wekî Selahattin Demirtaş an jî Abdullah Ocalan qet tunebûne. Ne ku tenê pirsgirêka Kurd; Orwell dikaribû binivîsanda ku Kurd bixwe jî qet nejiya ne.”
Bulent Tekin










