Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye

Nûçe

🔴Rewşa tenduristiyê ya girtiya Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Kejal Rehmanî ya ku ev 14 roj in di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe xirabtir dibe.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her ku diçe rewşa gel û bi taybet a girtiyan xerabtir dibe.

Çalakvana Kurd Kejal Rehmanî li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di hucreyeke yekkesî de tê girtin.

Kejal Rehmanî, ji bo protestokirina desteserkirina xwe û endamên malbata xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Di hefteya duyem a grevê de rewşa tenduristiyê ya Kejal Rehmaniyê cihê metirsiyê ye.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya ku navenda wê li Parîsê ye ragihand ku Kejal Rehmanî îro ketiye roja 15an a greva birçîbûnê.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, tansyona Kejal Rehmanî daketiye û serê wê gêj dibe, lê ew red dike ku dawî li greva xwe bîne yan jî li nexweşxaneya girtîgehê were tedawîkirin.

Kejal Rehmanî, destpêka vê mehê bi birayê xwe Danyal Rehmanî û hevjînê xwe Îsa Feyzî re, ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve bêyî nîşandana ti biryarên dadgehê hatibûn desteserkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku rayedarên Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê her sê girtiyan bi “endamtiya komên mixalefetê yên li derveyî Îranê” tohmetbar dikin.

Her wiha li ser wan biryara 20 roj girtina demkî hatiye dayîn.

/nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Ji Rûpelên Tarî yên Dîrokê: Çîroka Mêrxasên Serhildana 1925’an; Hesen Keyayê Celikî û Lawên Wî
Li ser axa bav û kalan: Çîroka vegerê ya gundiyên Pilvenkê

Nûçeyên Sereke