AMED (Nûpel) – Demokratik Dil Kurumları (Saziyên Zimanê Demokratîk) di 27-28’ê Hezîranê de li Amedê bi dirûşmeya “Ji bo muzakereyê, ji statuyê heta perwerdeyê çarçoveyeke nû” konferansekê li dar dixin. Endamê Komîteya Amadekar Mehmet Esen bal kişand ser girîngiya kurumsalbûnê û got: “Divê kurd ne tenê zimanê xwe biparêzin, divê wê di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin û pêş bixin.”
Konferansa ku bi armanca pêşxistina nîqaşên li ser statu, perwerde û kurumsalbûna zimanê kurdî tê lidarxistin, dê bi beşdariya 550 delegeyan pêk bê. Di konferansê de 7 rûniştin dê bên lidarxistin û di her rûniştinê de dê 3 axaftvan li ser mijarên siyaset, hiqûq û çapemeniyê biaxivin.
“Ziman bi tenê ne mijareke çandî ye”
Mehmet Esen, diyar kir ku ziman ne tenê mijareke çandî ye û wiha got: “Ziman bi awayekî rasterast bi siyaset, perwerde, hiqûq û rêveberiyên herêmî ve girêdayî ye. Lewma pêwîst e xebatên li ser zimanê kurdî bi perspektîfeke nû bên nirxandin.”
Esen bal kişand ser wê yekê ku divê civak ne li gorî erdnîgariya ku lê dijîn, li gorî zimanê xwe bên naskirin. Esen destnîşan kir ku qebûlkirina hebûna kurdî bi serê xwe ne bes e û got: “Divê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û dewlemendkirin.”
“Perwerdeya bi zimanê zikmakî xeta sor e”
Esen anî ziman ku dema ew behsa perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin, ew ne dersên bijartî, belkî perwerdeya li seranserê jiyanê ya ji hiqûqê heta hunerê û ji rêveberiyên herêmî heta perwerdeyê qest dikin. Esen hişyarî da ku eger kurdî tenê di jiyana rojane de bimîne, xetereya helandinê heye.
“Divê têkoşîna civakî bê mezinkirin”
Esen bang li gelê kurd kir ku xwedî li daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî derkevin û got: “Eger rê û rêbazeke nû bê avakirin, stûna herî girîng perwerde ye. Daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî divê ji bo her kurdekî xeta sor be. Maf û daxwaz tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî tên bidestxistin. Divê em vê têkoşîna civakî hîn zêdetir mezin bikin.”
Mehmet Esen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew weke saziyên ziman, amade ne ku piştgiriyê bidin Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştîxwaz û banga xwedîderketinê li her kesî kir.
Çavkanî: MA










