LICÊ (Nûpel) – Gorên zinarî yên li gundê Cinêzûr ê Licê, bi biryara Wezareta Çand û Tûrîzmê hatin parastin. Tê xwestin ku ev avahiyên bîrdarî yên ku ji bo ji hedefgirtina talankeran bên parastin hatine bin zirxa yasayî, bi paqijkirina arkeolojîk û rêkxistina derdorê ve bibin rotayeke nû ya tûrîzmê ku dê rûyê herêmê biguherîne.
Dema ku sûrên tescîlkirî, xaniyên dîrokî û Baxçeyên Hewselê yên Amedê her sal bi hezaran tûrîstên navxweyî û biyanî dihewînin; navçeya çiyayî ya li bakurê bajêr, Licê, di navenda keşfeke nû ya ku dê meraqa hezkiriyên dîrokê bilind bike, cî digire.
Gorên zinarî yên li gundê Cinêzûr ê Licê, ku bi biryara fermî ya Lijneya Parastina Nirxên Çandî ya Herêma Amedê wekî “Qada Şûnwarên Arkeolojîk a Pileya I.” hatine îlankirin, li benda derketina holê ne bi potansiyela xwe ya zindîkirina tûrîzma herêmê.
Ev gorên antîk ên ku di nav sînorên gundê Cinêzûr ê Licê de cih digirin, di encama lêkolînên rûerdê yên çend salên dawî de hatin parastin. Li gorî qeydên fermî, ev qada nekropolê ya ku li ser parsên xezîneya maliyeyê û milkên taybet belav bûye, wekî “Nirxê Çandî yê ku Pêwîst e bê Parastin” hat tescîlkirin.
Lê belê, li gorî dîroknas û nûnerên tûrîzma herêmî, ev biryara tescîlê ya ku ji aliyê lijneyên parastinê ve hatiye girtin, tenê destpêkek e. Pisporên herêmê li ser wê baweriyê ne ku Gorên Zinarî yên Cinêzûrê, bi planeke rast dikarin aborî û tûrîzma herêmê veguherînin.
“Licê dikare bibe rotaya nû ya tûrîzma bawerî û dîrokê”
Gorên zinarî, di serdemên antîk de bi gelemperî ji bo kesên xwedî statu, rêveberên herêmî an jî dewlemendan bi kolandina quntarên zinaran hatine çêkirin. Dema ku mînakên hevre yên li herêmê (Gorên Zinarî yên Qiralên Asûrî yên li navçeya Gêlê) bi sedsalan rastî herikîna tûrîstan tên, tê pêşbînîkirin ku ev qada nû ya li Licê jî dikare bibe navendeke balkêş a heman rengî.
Nûnerên ajansên tûrîzmê yên herêmî û rêberên tûrîzmê ku bi rojnameya me re axivîn, balê dikişînin ser wê yekê ku divê rotayên tûrîzmê yên ku di navenda Amedê de asê mane, ber bi navçeyên derve ve bên veguhestin:
“Amed ne tenê ji Mizgefta Mezin, Pira Farqînê yan jî Keleha Zêrzîvanê ya li navendê pêk tê. Şikeftên Birqleynê yên li Licê jixwe wekî bedewiyeke xwezayî dihatin zanîn. Tescîlkirina van gorên zinarî yên antîk ên li gundê Cinêzûrê, dikare ji bo destînasyona tûrîzmê derfeteke mezin be. Heke rêyên meşê, rêkxistina derdorê û tabelayên agahdarkirinê li vir bên zêdekirin, Licê dikare bibe rotaya nû ya tûrîzma bawerî û dîrokê.”
Biryarên fermî çi wateyê tînin?
Di biryara hejmar 9219 a Lijneya Parastina Nirxên Çandî ya Herêma Amedê de tê destnîşankirin ku divê ji bo parastina qada navborî tedbîrên hişk bên girtin. Lijneyê, dema ku şerha “Qada Şûnwarên Arkeolojîk a Pileya I.” li ser kûtûkên tapûyan danî, tekez kir ku li gorî biryarên bingehîn ên Lijneya Bilind a Parastina Nirxên Çandî û Xwezayî, tu avahîsazî li qadê nayê destûrdayîn.
Yek ji madeyên herî girîng ên ku di biryarê de balê dikişîne, ya ji bo hêzên ewlehiyê û îdareya herêmî ye: “Girtina tedbîrên ku pêşî li kolandinên qaçax bigire ji aliyê yekîneyên têkildar ve.”
Gelê herêmê, zêdekirina tedbîrên ewlehiyê yên li qadê piştî biryara tescîlê erênî dibîne, lê ji ber ku qada antîk bi serê xwe tê hiştin bi fikar e. Şêniyên gund diyar dikin ku rêya herî tekez a rizgarbûna goran ji hedefgirtina talankeran, vekirina vir a ji bo tûrîzmê wekî “muzeyeke vekirî” ye.
Arkeolog balê dikişînin ser wê yekê ku divê li Gorên Zinarî yên Cinêzûrê xebateke paqijkirin, kolandin û belgekirinê ya berfireh bê kirin. Piştî van xebatan, bi planeke master a tûrîzmê, Licê dikare bibe navendeke ekotûrîzmê ku tê de hezkiriyên werzişên xwezayî û dîrokê bi hev re bên hewandin.
Gorên Zinarî yên Cinêzûrê yên ku bi gava tescîlê ya wezaretê ketine bin zırxa parastinê, niha li benda projeyên rêveberiyên herêmî û veberhêneran in ku dê vê derê veguherînin destînasyoneke tûrîzmê.

Çavkanî: Metîn Bekiroglu










