Di maça yekem a Koma D’yê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de, Amerîkayê bi encama 4-1 zora Paraguayê bir.
NÛPEL – Beriya maça ku li Stadyuma Los Angelesê hat lîstin, merasîma vekirina beşa Amerîkayê ya turnuvayê bi rê ve çû. Di organîzasyona ku şovên dîtbarî tê de hatin nîşandan de, hunermendên navdar Future, Anitta, Lisa, Rema û Tyla derketin ser dikê. Piştî ku alayên 48 welatên beşdarî Kupaya Cîhanê bûne anîn qadê, yek ji stranbêjên navdar ên Amerîkayê Katy Perry derket ser dikanê û piştî şovan maçê dest pê kir.
Amerîkayê zû dest bi golan kir
Her du tîman jî bi êrîşên dualî dest bi maçê kir, lê Amerîka di xuleka 7an de ket pêş. Pulisic ji du reqîbên xwe filitî, ji milê çepê ve ket qada cezayê û pas da McKennie. Di asîsta ku vî lîstikvanî şand nav qadê de, Bobadilla derbeke rind li topê xist, top şand torên tîma xwe û Amerîka 1-0 ket pêş.
Amerîkayê piştî gola yekem zexta xwe zêdetir kir. Di xuleka 31ê de, Pulisicê ku ji milê çepê ve çûbû pişt parastinê, pas da Balogunê ku ber bi xala penaltiyê ve diçû. Vî lîstikvanî bi nava pêyê xwe top ji milê çepê yê golparêz ve şand nav toran û maç kir 2-0.
Amerîkayê di xuleka 45+5an de ferq kir sê. Balogunê ku li ser pasa dirêj a Tillman tevgeriya, ji du reqîbên xwe filitî û ji nav qada cezayê bi şûteke tund top şand toran. Bi vî awayî nîvê yekem bi serdestiya 3-0î ya Amerîkayê bi dawî bû.
Reyna gotina dawî got
Nîvê duyem jî bi êrîşên dualî dest pê kir. Paşê Amerîkayê leza lîstikê kêm kir û Paraguayê di xuleka 73yan de gola xwe avêt. Li ser pasa Enciso, Mauricioyê ku li milê çepê yê qada cezayê bi topê re civiya, ji erdê ve li topê xist, ew şand toran û maç bû 3-1.
Di maçê de gola dawî ji aliyê Reyna ve hat avêtin. Vî lîstikvanî di xuleka 90+8an de top bi dest xist, ji milê rastê yê qadê bi derveyî pêyê xwe top ji milê rastê yê golparêz şand toran û encam diyar kir: 4-1.
Maç bi serdestiya 4-1ê ya Amerîkayê bi dawî bû.










