AMED (Nûpel) – Nivîskar, lêkolîner û weşangerê Payîz Pirtûkê Jêhat Rojhilat, bû mêvanê bernameya pirs û bersiv a televîzyona Nûpel Tv. Rojhilat di bernameyê de li ser gelek babetên girîng ên wekî serboriya xwe ya nivîskariyê, rewşa weşangerî û zimanê kurdî, xebatên Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW Kurd) û dewlemendiya folklora kurdî nirxandinên girîng kirin.
Ji Mamostetiya Tirkî Heta Rêwîtiya Weşangeriyê
Jêhat Rojhilat ku di sala 2009’an de dest bi xebatên nivîskariyê kiriye, di bernameyê de bal kişand ser îroniyeke balkêş a jiyana xwe. Rojhilat anî ziman ku ew di zarokatiya xwe de bi darê zorê fêrî zimanê tirkî bûye, lê paşê bûye mamosteyê zimanê tirkî.
Rojhilat di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêngavên xwe yên pêşîn ên di warê nivîskariyê de kir û da zanîn ku daxwaza wî ya parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî rênîşanderê wî yê herî mezin bûye. Her wiha qonaxên ku tê re derbas bûye da ku bibe weşanger parve kirin û bal kişand ser astengî û zehmetiyên weşangeriya kurdî. Rojhilat destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî ev qad her roj ber bi pêş ve diçe.
“Divê Mirov Di Her Rewşê De Pozîtîf û Enerjîk Be”
Rojhilat qonaxên xebatên zimanê kurdî yên li herêmê jî nirxandin. Ew qonaxa ku heta sala 2015’an li Kurdî-Derê dersên zimanê kurdî dida bi bîr anî û diyar kir ku wê çaxê eleqeyeke zêde ji bo ziman hebû. Rojhilat destnîşan kir ku piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, dema ku sazî û dezgehên kurdan hatin girtin valahiyeke mezin çêbû, lê digel her tiştî wî rewşa zimanê kurdî wekî rewşeke baş pênase kir.
Rojhilat anî ziman ku ji bo afirandinê moral û motîvasyon şert e û wiha got:
“Divê di her rewşên xirab de jî, wekî kena li ser lêvan, mirov pozîtîf û enerjîk be ku bikaribe biafirîne.”
Rewşa Zimanê Kurdî û Xebatên YEW Kurdê
Di bernameyê de yek ji mijarên herî germ, rewşa heyî ya zimanê kurdî û xebatên sazîbûnê bûn. Jêhat Rojhilat wekî çalakgerekî vê qadê, li ser xebat û projeyên YEW Kurdê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) agahiyên berfireh dan.
Rojhilat destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di jiyana rojane de zêdetir were bikaranîn, barê herî mezin dikeve ser milê nivîskar û saziyên kurdî. Di heman demê de bang li tevahiya civakê kir ku bi xurtî xwedî li zimanê xwe derkevin.
“Folklor, Sînorê Parastina Çanda Me Ye”
Nivîskar Jêhat Rojhilat ku di heman demê de li ser folklora kurdî lêkolînan dike, li ser girîngiya vî warî sekinî. Rojhilat diyar kir ku folklor bingeha ziman û çanda kurdî ye û hişyariyên giring da:
“Heta ku em folklora xwe berhev nekin û nekin pirtûk, rîska windabûna hinek nirhên me heye. Folklor, sînorê parastina çanda me ye.”










