AMED (Nûpel) – Nivîskar Suphi İzol, bi munasebeta pirtûka xwe ya nû ku li ser çand, dîrok û civakbûna Eşîra Îzolê hûr dibe, bi xwendevanên xwe re tê ba hev. Bernameya hevpeyvînê û roja îmzeyê dê li bajarê Amedê pêk bê.
Nivîskar Suphi İzol di vê bernameyê de dê li ser pirtûka xwe ya bi navê “İzol Aşireti” ku tê de behsa koka Eşîra Îzolê dike, gotubêjeke bi fêde pêşkêş bike. Piştî hevpeyvînê, nivîskar dê pirtûkên xwe ji bo hezkiriyên wêjeyê îmze bike.
Agahiyên Bernameyê:
• Mijar: Eşîra Îzolê
• Beşdar: Suphi İzol
• Dîrok: 14’ê Hezîranê, Roja Yekşemê
• Dem: 15:00
Cihê Bernameyê:
PAYÎZ PÎRTÛK
Taxa Kooperatîfan, Kolana Yenî, Apartmana Karanfîl, Hejmar: 6A (Nêzîkî Kolana Hunerê)
Yenîşehîr / Amed
Hemû hezkiriyên pirtûk û wêjeyê vedixwînin vê bernameya çandî.











