NÛPEL – Şandeyeke berfireh a Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir.
DEM Partiyê li ser vê serdanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeyeke berfireh a SPDyê ku li Almanyayê şirîkê hikûmetê ye, li navenda giştî ya partiyê hat qebûlkirin.
Şande ji aliyê Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsa Têkiliyên Derve Ebru Günay, Berdevkê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Koordînatorê Têkiliyên Derve Evren Çevîk ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê, geşedanên herêmî û pêvajoya çareseriyê hatin nirxandin. Herwisa aliyan bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser herêmê, zextên li ser CHP û bi giştî li ser mûxalefetê û bipêşketinên siyasî yên rojane gotûbêj kirin.
Şandeya DEM Partiyê li ser mijara tayînkirina qeyûman, girtina neqanûnî ya siyasetmedaran û bicihnenanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) agahî dan şandeya SPDyê.
Di şandeya SPDyê de kî hebûn?
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat eşkerekirin ku di şandeya SPDyê de ev nav cih digirin:
Alexander Schweitzer: Serokwezîrê berê yê Rheinland-Pfalzê û Cîgirê Serokê Giştî yê SPDyê
Katarina Barley: Cîgira Serokê Parlamentoya Ewropayê
Serdar Yüksel: Serokê Koma Parlamenteran a Tirk-Alman
Philipp Türmer: Serokê JUSOSê (Rêxistina Ciwanan a SPDyê)
Dr. Philipp Fink: Sekreterê Navneteweyî yê SPDyê
Tina Blohm: Nûnera Weqfa Friedrich-Ebertê (FES) ya Tirkiyeyê
Hat ragihandin ku şandeyê li ser geşedanên siyasî, demokrasî, mafên mirovan û mijarên herêmî nirxandinên girîng kirine.
Çavkanî: Rûdaw










