🔴Li Sûriyê biryara Hikûmetê ya buhayê genim nayê qebûlkirin. Li Reqa, Dêra Zorê, Hema û Derayê bi çalakiyan, nirxê kirîna genim hate redkirin. 8 partiyan jî got ku divê Hikûmta Veguhêz li biryara xwe vegere û nirxekî din li gorî dilê cotkaran were dayîn.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê buhayê kirîna her toneke genim bi 4 hezar û 600 lîreyên Sûrî destnîşan kiriye.
Ev buha ji pereyên ku cotkaran li zeviyên xwe xerc kirine, kêmtir e.
Îro jî her dolarekî Amerîkî bi 14 hezar lîreyên Sûrî tê kirîn.
Li seranserê Sûriyê cotkaran bi çalakiyên cuda nerazîbûna xwe li dijî nirxê kirîna genim nîşan da.
Li Reqa, Dêra Zorê, Hema û Derayê, xelk daketin qadan û ev nirx red kir.
Xwepêşanderan banga ji kar derxistina wezîrên aborî û pîşesaziyê ji kar kir.
Xwepêşanderan xwest ku Hikûmeta Veguhêz vî nirxî biguherîne û rewşa wan li ber çavan derbas bike.
8 partiyan bang li Hikûmeta Veguhêz kir: Li biryara xwe vegerin
Her wiha 8 partiyên siyasî yên li Hesekê der barê mijarê de daxuyaniyek da.
Her 8 partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nirxê kirîna genim ne di cihê xwe de ye.
Partiyan diyar kir ku ev buha kêm e, ji ber ku buhayên sotemenî, semad, tov, pêdiviyên avdan û veguhastinê zêde bûne.
Partiyan bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir, da ku biryarê ji nû ve binirxîne û nirxê kîloya genim bike bi 50 sentên Amerîkî.
/Çawkani: nucetv.net/










