Tevgera 78’an li Hevraza Kazancî bîranîn pêk anîn: ‘Em dest ji Meydana Taksîmê bernadin’

Nûçe

NÛPEL – Tevgera 78’an, ji bo bîranîna kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatibûn qetilkirin li Hevraza Kazancî (Kazancı Yokuşu) daxuyaniyek da û bang kir ku “Taksîm wekî Meydana 1’ê Gulanê bi awayekî qanûnî were naskirin.”

Tevgera 78’an, bi minasebeta salvegera komkujiya 1’ê Gulana 1977’an, li ser Hevraza Kazancî ya Beyogluyê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Em komkujiya 1977’an ji bîr nakin, Taksîm Meydana 1’ê Gulanê ye, em dev jê bernadin” hate vekirin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn û li ser navê komê endama Tevgera 78’an Nîmet Tanrikulu daxuyanî xwend.

‘Şopa şoreşê li vê meydanê heye’

Tanrikulu diyar kir ku ew ê tu carî dev ji daxwaza xwe ya ji bo Taksîmê bernedin û wiha got:

“Xwîna hevalên me li vê meydanê, li Hevraza Kazanciyê herikî û tevlî ax û kesahiya vê derê bû. Ev hesabekî 49 salan e ku hîna nehatiye pirsîn û bi rastiyan re rûbirûbûn pêknehatiye. Em nikarin vê meydanê bi tenê bihêlin. Wekî ku Ehmed Arif dibêje; em nikarin bi vî awayî ‘mahzûn û xerîb’ li pey xwe bihêlin.”

‘Taksîm qada azadiyê ye’

Tanrikulu bal kişand ser Berxwedana Geziyê jî û destnîşan kir ku Taksîm qadeke giştî û ya azadiyê ye. Tanrikulu got, “Desthilatdar naxwazin îtirazên me bibîzin, lewma qadên azadiyê qedexe dikin. Dixwazin nasnameya Taksîmê ya giştî tune bikin.”

Daxwazên Tevgera 78’an

Nîmet Tanrikulu daxwazên xwe bi sê xalên sereke rêz kirin:

Naskirina Qanûnî: Divê Meydana Taksîmê wekî “Meydana 1’ê Gulanê” bi fermî û qanûnî were qebûl kirin.

Darizandin: Berpirsiyar û kujerên komkujiya 1’ê Gulana 1977’an divê werin dîtin û darizandin.

Abîdeya Bîranînê: Ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, divê li serê Hevraza Kazancuyê abîdeyek bête çêkirin.

Piştî daxuyaniyê, girseyê ji bo bîranîna 34 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, qaranfîl danîn ser Hevraza Kazanciyê.

/Çavkanî: MA/

Pêwendiyên PDK û YNKyê Roj bi Roj Aloztir Dibin
Axios: Di Navbera Îran û DYA-Îsraîlê de Asoya Aştiyê Xuya Nake

Nûçeyên Sereke