Axios: Di Navbera Îran û DYA-Îsraîlê de Asoya Aştiyê Xuya Nake

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Malpera Axios a Amerîkayî ragihand ku aloziya leşkerî ya di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de ketiye qonaxeke giran û di demeke nêz de çareseriyek nayê payîn.

Li gorî nûçeya ku Axiosê dispêre çavkaniyên agahdar, şerê ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû, niha ketiye qonaxeke ku dişibe “Serdema Şerê Sar”. Di nûçeyê de rewşa heyî wekî “xitimandin” tê pênasekirin û hat destnîşankirin ku dawiya vê aloziyê li asoyê xuya nake.

Metirsiya ‘Pevçûna Cemidî’

Berpirsên ku navê wan nehatine eşkerekirin, ji Axiosê re diyar kirine ku ew ditirsin Amerîka bikeve nav rewşeke “pevçûna cemidî”. Di vê rewşê de ne şerekî fermî yê berfireh heye, ne jî peymaneke aştiyê ya ku aramiyê pêk bîne. Ev xitimandin, bi taybetî ji bo rêveberiya Washingtonê fikarên mezin çêdike.

Ji Bo Trump Senaryoya Herî Xirab

Di nûçeyê de bal hat kişandin ser hilbijartinên navberê yên Amerîkayê ku 6 meh maye (3yê Çiriya Paşîn). Ji bo Serok Donald Trump, domandina vê “pevçûna cemidî” wekî senaryoya herî xirab a siyasî û aborî tê nirxandin.

Trump di Navbera Du Bijardeyan de ye

Li gorî nirxandinên di nûçeyê de cih digirin, Donald Trump di mijara Îranê de di nava nakokiyan de ye:

Bijardeya Yekem: Destpêkirina operasyonên leşkerî yên nû.

Bijardeya Duyem: Zêdekirina cezayên darayî ji bo ku Îranê neçarî maseya danûstandinan bike.

Berpirsan, helwesta Trump wekî “bêhêvîbûyî lê rasteqîn” pênase kirin û gotin: “Ew naxwaze hêzê bi kar bîne, lê di heman demê de naxwaze gavan bi paş ve jî biavêje.” Ev yek jî nîşan dide ku krîza li Rojhilata Navîn ber bi asoyeke nezelal ve diçe.

Tevgera 78’an li Hevraza Kazancî bîranîn pêk anîn: ‘Em dest ji Meydana Taksîmê bernadin’
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne…

Nûçeyên Sereke