ÇEWLÎG (Nûpel) – Têkoşîna ekolojiyê ya li herêmê her ku diçe xurttir dibe. Piştî meşa protestoyî ya ku duh li Gimgimê hat lidarxistin, îro jî li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi sedan kes daketin qadan. Gelê ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku rasterast gefê li 22 gundan û zozanên mezin dixwe bûne yek dil, bi dirûşma “Dest nedin xweza û axa me” biryardariya xwe nîşan dan.
Li ser xeta Kanîreş-Gimgimê nobeta ekolojiyê mezin dibe. Di mîtînga ku bi beşdariya platformên ekolojiyê, nûnerên baroyan û parlamenteran pêk hat de, peyama “Em ê rê nedin karesateke duyemîn a mîna ya Îliçê” hat dayîn. Meşaleya berxwedanê ya ku duh li Gimgimê hatibû vêxistin, îro li Kanîreşê bi beşdariya bi sedan kesan veguherî vîneke nexof.
“EM Ê AXA XWE PÊŞKÊŞÎ KESÎ NEKIN”
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Dogan Demir di mîtîngê de axivî û bal kişand ser rawestîna biryardar a welatiyan a di bin germahiya zêde de. Demir destnîşan kir ku ew ê li dijî radestkirina axa xwe ji sermayeya biyanî re, bi berdêla canê xwe têkoşînê bimeşînin.
Demir di axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: “Ez dixwazim hûn vê bizanibin; em ê canê xwe bidin lê em ê tu carî axa xwe radestî van xapînokan û yên ku welatê me pêşkêş dikin nekin. Ez vê têkoşîna we ya birûmet ji dil silav dikim. Baş e ku hûn hene, em di vê têkoşînê de heta dawiyê bi we re ne.”
“EV TÊKOŞÎN, TÊKOŞÎNA XWEDÎDERKETINA LI PAŞEROJA ME YE”
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersîmê Ayten Kordu ya ku gel silav kir, diyar kir ku berxwedana gelê Kanîreşê ya bi jin, ciwan û kalên xwe ve xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Kordu destnîşan kir ku parastina xwezayê di heman demê de lêgerîna “heqîqetê” ye.
Xalên girîng ji axaftina Kordu:
“Li vir ji zarokan heta ciwanan her kes ji bo vê têkoşînê hatine cem hev û ev yek pir bi qîmet e. Ez vê vîna ku ji bo parastina axa xwe qadan tije dike bi rêz silav dikim.”
“Ev ne tenê meseleyeke jîngehê ye, têkoşîna heqîqetê ye. Mirov ji bo parastina rabirdûya xwe, paşeroja zarokên xwe, daristan û ava xwe li vir in. Em jî her tim bi we re ne.”
“Em ê hemû ji bo yekî, yek jî ji bo her kesî vê berxwedanê bidomînin. Em ê li dijî vê talanê ava xwe û axa xwe bi hev re biparêzin.”
“BÊYÎ RIZAYÊ GEL TU PROJE NAYÊN ÇÊKIRIN”
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu ji girseya li qadê re axivî û bertek nîşanî ferzkirina projeyê ya bêyî pejirandina gel da. Konukçu diyar kir ku armanca bingehîn dewlemendkirina sermayeyê û xizankirina gelê herêmê ye.
Axaftina Konukçu wiha ye:
“Xweza, daristan û her tiştê vir yê we ye. Heger tiştek were kirin, ev tenê bi rizaya we pêkan e. Tu projeya ku rizaya gel lê tune be ne meşrû ye.”
“Em dizanin ku hûn bi derewên şîrketan naxapin. Tişta ku dixwazin bikin tenê ew e ku xwe dewlemendtir bikin û we ji ax û ava we bikin û xizan bikin. Em ê her tim li cem vê berxwedanê bin û di nav piştevaniyê de bin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.”
“EM Ê LI DIJÎ ZÎHNIYETA MEHİNGER AXA XWE BIPARÊZIN”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku ev proje berhema nêzîkatiyeke “mehinger” (kolonyalîst) e ku armanc dike qadên jiyanê yên li herêmê bi temamî ji holê rake û bang li berxwedanê kir.
Boz got: “Zîhniyeta mehinger ne ax, ne av û ne jî hewayek ku em nefesê lê bistînin ji me re nahêle. Em neçar in ku li dijî vê zîhniyetê axa xwe heta dawiyê biparêzin. Gimgim û Kanîreş bi girêdanên pir xurt bi hev ve girêdayî ne. Berxwedana me jî bi qasî van girêdanan bi hêz e.” Boz destnîşan kir ku baweriya wê bi vîna hevpar a gelê herêmê tam e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.”
“YÊN KU LI NÎHALA ZELAL (ÎLİÇ) REVIYAN, DÊ LI KANÎREŞÊ LI DÎWÊR BIKEVIN”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku karesata madenê ya li Îliça Erzînganê bi bîr xist û der barê encamên gengaz ên projeyê de hişyarî da. Hulaku destnîşan kir ku berxwedana gel dê vê talanê bide sekinandin.
Hulaku wiha got: “Li Nîhala Zelal bûn sedema mirina neh mirovan, ax helandin û berpirsyar bêyî ku werin darizandin reviyan û çûn. Niha dixwazin heman tiştî li vir bikin. Lê bila vê bizanibin; ev berxwedan nayê derbaskirin! Em ê parçeyekî axa xwe jî nedin wan.” Hulaku diyar kir ku şîrket û burokrasiya ku rê li ber wan vedike nikarin li hemberî vîna gel bisekinin û got: “Yên ku vê mafî di xwe de dibînin pir baş dizanin ku dê ji vir biçin. Çawa ku li cihên din ev têkoşîn bi encam bûn, dê li çiyayên Kanîreşê jî bi encam bibe.”
“KANÎREŞ ÇI BE GIMGIM JÎ EW E, TÊKOŞÎNA ME HEVPAR E”
Di dawiya mîtîngê de Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun axivî û destnîşan kir ku berxwedana li herêmê sînorên coxrafî derbas kiriye û bûye yek beden. Dursun peyama piştevaniyê da.
Dursun got: “Kanîreş û Qerxebazarê çi be, Gimgim jî ew e. Ji bo me Kanîreş çi be Gimgim jî heman tişt e. Qeder û doza me jî yek e. Ji bo parastina vê axê em ê bi hev re tevbigerin. Em ê têkoşînê bikin, têkoşînê bikin, têkoşînê bikin!”
Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermendan û gerandina govendan bi coşeke mezin bi dawî bû. Bi sedan kesên ku qad tije kiribûn, bi dirûşmên “Dest nede xwezaya me” û bi biryardariya ku heta proje bên betalkirin dê têkoşîn berdewam bike, ji qadê veqetiyan.
/Çavkanî: Pîrha/










