NÛPEL – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi leza tê xwestin bi rêve naçe û ev rewş dibe sedema fikar û gumanan. Dogan bal kişand ser bangawazî û biryardariya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku li dijî rîskên dibe ku derkevin holê, divê gavên yasayî werin avêtin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ku du rojan dom kir û geşedanên di rojevê de, li navenda giştî civîneke çapemeniyê li dar xist.
‘Em ê bi karkerên madenê re di nava piştevaniyê de bin’
Ayşegul Dogan bal kişand ser berxwedana karkerên madenê yên ku ji ber nekarîn mafên xwe bistînin di 12’ê Nîsanê de ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn û wiha got: “Meşeke pir zehmet bû. Di encama vê meşê de piştî 9 rojan, di 20’ê Nîsanê de gihîştin Enqereyê. Bêedaletiya ku bi salan e kom bûye, bi vî awayî hat ber deriyê paytexta siyasetê. Karkeran xwestin li ber Wezareta Enerjiyê dengê xwe bilind bikin, lê li wir jî rastî barîkata polîsan hatin. Hatin binçavkirin û rastî tundiyê hatin, lê gava paş neavêtin. Lewre mesele ne tenê derengketina mûçeyan e; meseleyeke jiyanî û talankirina kedê ya sîstematîk heye. Ji bo pêşerojeke birûmet, em ê piştgiriya xwe ya bi karkerên Doruk Madenê re bidomînin.”
‘Ev yekînek dê çawa bixebite?’
Doğan anî ziman ku rûbirûbûna bi raboriyê re û rakirina pratîkên bêcezakirinê ji bo Tirkiyeyê girîng e û wiha axivî: “Em wek Dem Partiyê girîng dibînin ku daxwaza rûbirûbûna bi heqîqetê re bibe xwedî bersiveke saziyî. Lê divê em van pirsan jî bipirsin: Ev yekîne (serokatî) dê çawa bixebite? Dê kîjan pîweran esas bigire? Li gorî çi dosyayan lêkolîn bike? Divê ev serokatî ji bo dabînkirina edaletê bixebite û rêbazên xwe li gorî hiqûqê diyar bike.”
Civînên gel û xebatên kongreyê
Ayşegul Dogan diyar kir ku civîn û hevdîtinên gel ên ku di dema pêvajoyê de hatine destpêkirin dê di meha Gulanê de jî berdewam bikin. Têkildarî xebatên kongreyê jî van agahiyan da:
“Xebatên me yên kongreyê dest pê kirine. MYK’a me niha nîqaşan dike. Em ê di payîzê de, dora mehên Îlon an jî Cotmehê, kongreya xwe ya asayî pêk bînin. Beriya kongreyê em ê wek her carê konferansên berfireh li dar bixin û bi her kesî re nîqaş bikin.”
‘Divê her kes berpirsyariyê hîs bike’
Dogan bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk û wiha got:
“Pêvajo dê bi pêş ve biçe, em ji bo vê yekê bi biryar in. Di demekê de ku şer û tundî li herêmê belav dibe, axaftina li ser aştiyê û avakirina wê xwedî girîngiyeke mezin e. Carinan leza pêvajoyê kêm dibe û ev wekî ‘xitimandin’ tê dîtin. Ji bo rakirina van fikaran, divê her kesê ku alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê ye berpirsyariyê hîs bike.”
‘Daxwaza hevpar a civaka Tirkiyeyê’
Dogan di dawiya axaftina xwe de got:
“Ji bo ku guman û rîsk ji holê rabin, divê bi çarçoveyên yasayî û gavên berbiçav bersiv ji vê fersendê re were dayîn. Divê em lezê bidin vê pêvajoyê. Ev daxwaza hevpar a civaka Tirkiyeyê ye. Êdî dema wê hatiye ku çek bi temamî werin rawestandin û tiştên pêwîst werin kirin.”
/Çavkanî: MA/










