NÛPEL – Di jiyana her kesî de hinek deng hene ku dema mirov wan dibihîze; bîhna zarokatiyê, bîhna axê û germahiya malê tê pozê mirov. Ji bo min, ew dengê ku bi teybên kasetan re ket nav kûrahiya hişê min û her carê min hinekî din bi nasnameya min ve girêda, dengê Dengbêj Kazo bû. Ew ne tenê hunermendekî ser kasetan bû; ew mamosteyê ku bi her meqamî re sînorên qedexekirî yên di mejiyê me de hildiweşandin.
Şahidiya Serdemekê: Ji Teyban Ber bi Dilê Gel ve
Dema em li salên çêbûna “teyb û bandan” vedigerin, em qala serdemekê dikin ku huner ne tenê ji bo kêfê, lê wekî nasnameyekê dihat parastin. Di wê serdemê de, kasetên Apê Kazim li mala me ne tenê amûrên muzîkê, lê wekî pirtûkên dîrokê bûn.
Bavê min, dêya min, xwişk û birayên min… em hemû li dora wê teybê diciviyan û bi dengê wî yê gur fêrî stranên şoreşgerî dibûn. Cîranên me bi wan stranan re ruhê welatperweriyê nas dikirin. Kazo bi hunera xwe ya bêhempa malên me kiribû dibistanên çandê. Wî bi her “lo lo” û “lê lê”yekê re êşa gelê xwe û hêviya azadiyê bi hev re diderand.
Hunermendekî Dengtesîr û Qêrîna Kelogirî
Kazo yek ji wan hunermendên herî “dengtesîr” e ku mirov nikare li ber dengê wî bêdeng bimîne. Bi dehan caran em li ber deng û awaza wî kelogirî bûne. Dema ku bi wê kûrahiya dengê xwe digot “Fedayê Gelê Xwe Ye” an jî behsa dîroka “Panzdê Tebaxê” dikir, wî tenê stran nedigotin; wî ruhê berxwedanê di guhê me de dineqişand.
Lê hunera wî tenê bi qêrîna siyasî re sînordar nema. Dema ku berê xwe dida dastan û folklorê, bi “Sîno Lawo” re mirov dibû mêvanê xeyalên kûr, bi “Bêrîvanê” re mirov li serê zozanên bilind û sar dilgrerm dibû. Û dema ku ji kûrahiya dilê xwe dikişand û digot “Ooooy Reşo…”, wî dengî wekî brûskekê di mejiyê mirov de deng vedida. Ew hunermendekî wisa ye ku her meqamê wî, birîneke an jî serbilindiyeke gelê wî derman dike.
Hunermendekî Pirreng û Resen
Tiştê ku Kazo di dîroka muzîka Kurdî de kiriye û dike stêrkeke geş, piralîbûna wî ye. Ew ne tenê di sînorên dengbêjiya klasîk de ma; wî karîbû:
• Folklora Kurdî ji nav rûpelên tozdayî derxe û bixe nav jiyana rojane.
• Stranên Şoreşê bi dengekî wisa bixwîne ku dilê her ciwanî bi kelecan bike.
• Di her şêwe û rengê hunerê de bibe xwedî taybetmendiyên hêja, bêyî ku ji resenî û koka xwe qut bibe.
Îro Dilê Me bi Dilê Kazo re ye
Bi xemgîniyeke mezin ez pê hesiyam ku dîsa nexweşiyê dor lê girtiye; lê em bi dilê wî û bi hêza wî bawer in. Em dizanim ku ew berxwedêr e.
Hunermendên wekî Kazo parçeyek ji canê me ne. Kazo sîwana hunera Kurdî ye, ew keda ku wî di salên dijwar û reş de bi kasetên xwe çand, îro di dilê nifşan de şîn bûye.
Ez ji bo Apê Kazim daxwaza tenduristiyê dikim û dibêjim em li benda dengê te yê herikbar in. Hêvî dê her kêlî ji dilê me biniqutin dilê wî û ew niqut dê bibin gotinên stran û klamên li ser lêvên wî…
Ji Yezdanê Dilovan ez hêviya silametî, tenduristî û sihetê ji bo cenabê wî daxwaz dikim. Em dizanin ku moralê herî mezin ji bo hunermendekî, hezkirina gelê wî ye. Çawa ku xwe weke “Masî” gelê xwe weke “Behr” pênase dike, em jî wî weke “Behra Wanê” dibînin. Û îro, wekî her demê, behra dilê me ligel wî ye.
Silametî be Apê Kazim, em li benda agahiyên mizgîniyê ne!
Mordem Zel










