Serra Bucak: Amed Dê Bibe Navenda Avakirina Aşitiyê

Nûçe

AMED (Nûpel) – ​Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi şiarê “Bi Hev Re” “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” li dar dixe. Şaredarî armanc dike ku bi vê forumê re zemînekê ji bo civakîbûna aştiyê ava bike. Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku: “Amed dê bibe mekan û zemîna hevpar a avakirin û hilberandina aştiyê.”

​Bi mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi tora piştevaniyeke berfireh, di navbera 12-16ê Gulanê de “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” tê lidarxistin. Di çalakiyên ku bi sernavê “Bi Hev Re” tên kirin de; atolye, panel, konser, meş û pêşangeh dê cih bigirin. Di forumê de ku 42 saziyên herêmî û navneteweyî piştgiriyê didinê, dê mijara civakîbûna aştiyê were nîqaşkirin û ji bo civaka sivîl û siyasetê nexşerêyeke hevpar were amadekirin. Di nav bernameyê de 38 atolye, 6 panel û meşên bîra kolektîf hene.

​”Rola rêveberiyên herêmî di avakirina aştiyê de girîng e”

​Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, armanca çalakiyan nirxand û bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî di pêvajoya aştiyê de. Bucak got: “Her xebata ku şaredarî li taxan dimeşînin, xwedî aliyekî civaka demokratîk e. Em girîngiyê didin pêvajoyeke aştî û demokratîkbûnê ya ku ne tenê li ser siyaseta navendî, lê li ser bingeha herêmî tê birêxistinkirin.” Bucak destnîşan kir ku avahiya Amedê ya pirçandî û piralî ji bo vê pêvajoyê mekanekê amade dike û wek Şaredariya Bajarê Mezin dixwazin pêşengiya vê yekê bikin.

​”Divê siyaset kedê bide”

​Serra Bucak diyar kir ku ji bo derbasbûna ji serdema şer û pevçûnan, divê mirov bala xwe bide ser “avakirina tiştên nû” bêyî ku êşên borî ji bîr bike û wiha peyam da: “Em nikarin aştiyê di valahiya fezayê de ava bikin. Em ê bi çarçoveyeke ku civak xwedî lê derdikeve ava bikin, lê ji bo vê divê siyaset rê vebike û kedê bide.” Bucak anî ziman ku aştî bi beşdariya hemû dînamîkên welat û bi vîna jiyana hevpar a li ser zemîna demokratîk û wekhev pêkan e.

​Pirrengiya mekanan û hilberîna hevpar

​Hevşaredar Bucak diyar kir ku çalakî dê li gelek xalên bajêr werin lidarxistin û forum bi nêzîkatiyeke beşdar hatiye amadekirin: “Amed dê bibe mekanê hevpar ê avakirin û hilberandina aştiyê. Di nav 5 rojan de em ê li bajêr gelek qadan; taxan, zanîngehan û cihên ku ciwan dikarin bigihêjinê bikar bînin. Em dixwazin bi vekirina rêya diyalogê ya di navbera Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û Êzidiyan de, rengên aştiyê nîşan bidin.”

​Atolye dê balê bikişînin ser çareseriyên pratîk

​Bucak da zanîn ku encamên atolyeyan dê bibin pirtûk û di atolyeyan de ji têkoşîna li dijî nîjadperestiya di werzişê de heta rojnamegeriya aştiyê, dê gelek mijar di jiyana pratîk de werin nirxandin. Bucak got: “Ji xeynî dîplomasiya asta bilind a dewletan, em dixwazin dîplomasiya gelan û nêzîkbûna civakî mezin bikin.” Di forumê de nêzî 100 xwebexş dê cih bigirin û armanc ew e ku ev xebat bibe sedema guherîn û veguherîneke mayînde.

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Mordem Zel: Dengê ku Dîwarên Malên Me bi Welat re Hûnand: Dengbêj Kazo
Trump: Îran ji bo pêşniyareke nû amadekariyê dike

Nûçeyên Sereke