Banga Hatimogullari ji bo 1ê Gulanê: Divê Taksîm were vekirin

Nûçe

🔴NÛPEL – Hatimogullari, banga serbestberdana siyasetmedarên girtî û di serî de Selahattin Demirtaş û Ekrem Îmamoglu kir. Hatimoğulları derbarê 1ê Gulanê de jî peyam da û bang li hemû aliyan kir ku li Taksîmê werin cem hev û got: “Divê Taksîm ji bo 1ê Gulanê were vekirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatimogullari, di civîna koma partiya xwe ya li TBMMê de derbarê rojevê de daxuyani mûhîm dan.

Hatimogullari bal kişand ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku proseya piştî êrîşên DYA û Îsraîlê dest pê kiriye, bûye sedema wêraniyek giran. Wê got ku ew agirbesta du hefteyî bi kêfxweşî pêşwazî dikin, lê ji ber ku di hevdîtinên Îslamabadê de encam nehatine girtin, ew bi fikar in.

Hatimogullari derbarê polîtîkayên ekolojiyê de jî nirxandin kirin û diyar kir ku di navbera salên 2023-2025an de 2 hezar û 405 qadên rûxsatê ji bo îhaleyê hatine vekirin.

Hatimogullari banga serbestberdana siyasetmedarên girtî û di serî de Selahattin Demirtaş û Ekrem Îmamoglu kir.

Hatimogullari ji bo 1ê Gulanê peyam da û bang li hemû aliyan kir ku li Taksîmê bicivin û got: “Divê Taksîm ji bo 1ê Gulanê were vekirin.”

Serên nûçeyên ji daxuyaniya Hatimoğulları wiha ne:

“Dîrok 14ê Nîsana 1988an e. Salvegera Enfalê ye ku li Iraqê li dijî Kurdan komkujiyek hatibû kirin. Roja ku mirovahî bêdeng ma û dîrok bi şermê hate mohrkirin. Em bi komkujiyeke sîstematîk re rû bi rû man ku armanca wê jêbirina gelê Kurd ji qada dîrokê bû.

Cîhan ji bîr bike jî em vê êşê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Hêrsa me jî, şîna me jî, daxwaza me ya edaletê jî hîn zindî ye.

‘DIVÊ TIRKIYE ENFALÊ BI RÊKÛPÊK BINASE’

Tirkiye dikare bi naskirina fermî ya Enfalê nîşan bide ku şirîkê êşa gelê Kurd e. Ji ber vê yekê mîna her sal, îro jî me pêşniyazqanûna xwe pêşkêşî Meclîsê kir.

41 rojan ji balafiran, drona û mûşekên balîstîk mirin bi ser bajarên Îranê û navendên Rojhilata Navîn de bariya. Di encamê de bi hezaran sivîl mirin, wêranî, xizanî û êşên kûr çêbûn. Ji ber vê yekê me agirbesta du hefteyî ya ku di bin bêhna xwîn û barûtê de pêk hat, bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Lê belê dawiya heftiyê, ji Îslamabadê ku hevdîtin lê berdewam dikirin, nûçeyên pir baş nehatin. Şandeyên DYA û Îranê bi gotina “me li hev nekir” ji ser maseyê rabûn. Di sernavên peymannameyên nukleerî, Tengava Hurmiz û eniya Libnanê de girêk nehatin vekirin û salnameyeke nû ya danûstandinan jî nehat diyarkirin.

‘YÊ KU ZULMÊ LI GELÊ XWE BIKE WÊ WINDA BIKE’

Derbarê rejîma Îranê de; israra di xeletiya zêdekirina zextên navxweyî de ku rê li ber destwerdana derve vedike, dê tenê zerarên mezintir bîne. Nexasim, her ku agirbest dest pê kir, girtinên girseyî ketin dewrê, biryarên darvekirinê yên li dijî muxalîfan û bi taybetî Kurd û jinan ketin rojevê. Rêveberiyên ku dibêjin em li dijî emperyalîzm û şer in, lê zulmê li gelê xwe dikin, rewayiya xwe winda dikin. Îran ku xwedî dîrokeke kûr a dewletê ye, vê yekê baş dizane û divê bizanibe.

Em wek DEM Partî, mîna li welatê xwe, li herêmê jî ji bo gelan em ê aştiyê, hemwelatiya wekhev, demokrasî û azadiyan biqîrin. Em ê berdewam bikin ku bibêjin “na ji şer re”.

‘JI SEDÎ 85Ê GÎRESÛNÊ JI TALANÊ RE HATIYE VEKIRIN’

Ev nexşe, tabloya talanê ye ku bi keda Polen Ekolojiyê derketiye holê. Bi vê minasebetê ez Cemîl Aksu û Cemre Nayir ên ku ji ber parastina jiyan û xwezayê hatine girtin, silav dikim. Daneyên Polen Ekolojiyê rastiyê bi hemû zelaliya xwe nîşan dide: Ji serê sala 2023an heta dawiya sala 2025an di îhaleyên hatine vekirin de 2 hezar û 405 qadên rûxsatê hatine firotin.

Binêrin, tenê ji sedî 85ê rûbera Gîresûnê rûxsata madenê hatiye dayîn. Ji sedî 85ê bajarekî ji talanê re hatiye vekirin.

Li Tîrebolu Sekûyê, li Gorele Karli-belê gundî bi rojan e di nobetê de ne. Di xema parastina axa ku findiq lê şîn dikin de ne. Li çar aliyê welat mirov parastina jiyanê didomînin; li Gîresûnê, li Şirnexê, li Muglayê, li Gimgimê, li Kanîreşê, li çar aliyan… Gundî li ber xwe didin, hiqûq ji welatiyan re dibêje “raweste” lê şîrket pêş de diçe.

‘XIZANÎ PŞTA WELATIYAN ŞIKANDIYE’

Mehmet Turkmen dibêje bila karker nemirin, tê girtin. Esra Işik qadên jiyanê diparêze, tê girtin. Başaran Aksu dibêje bes e ji talana holdîngan re, holdîng fermanê dide, Başaran Aksu tê girtin. Ez ji vir silav û hezkirinên xwe ji Mehmet Turkmen, Esra Işik, Başaran Aksu û Dogukan Akan re ku ji ber parastina wî hatiye girtin, dişînim. Hûn ne bi tenê ne.

Li cîhanê rejîmên nijadperest, faşîst, otorîter, mêrserwer û dijminên xwezayê ku her diçin zêde dibin, gelan diperçiqînin. Şer û pevçûn tenê bi Rojhilata Navîn re sînordar namînin, li gelek cihan û parzemîna Ewropayê jî belav dibin. Di vê tabloyê de me krîza aborî, enerjî, ekolojî û demokrasiyê ya Tirkiye tê de ye jî di çarçoveya ku min nû got de bi kûrahî nirxand.

Ya zelal ev e: bêkarî, xizanî, bihabûna zêde û kêmbûna mûçeyan pişta welatiyan şikandiye.

‘BI MILYONAN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN, DAXWAZA SERBESTBERDANA DEMÎRTAŞ Û ÎMAMOGLU DIKIN’

Bi milyonan Kurd û dostên wan, welatiyên xwedî maf û wijdan ên vê welatê, dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Bi milyonan welatî bawer dikin ku hilbijartî, Ekrem Îmamoglu, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Can Atalay bi awayekî neheq û derqanûnî di girtîgehê de têne girtin û daxwaza serbestberdana wan dikin. Elewî naxwazin baweriya wan bibe xemla qiraxa Wezareta Çand û Tûrîzmê; qebûlkirina baweriya xwe, qebûlkirina cemxaneyan wekî îbadetgeh û ya herî girîng naskirina maf û hebûna xwe li ser bingeha mafê hemwelatiya wekhev dixwazin.

Li pêşiya me 1ê Gulanê heye. Em di rojekê de ne ku li dijî mêtingeriya karkeran û cînayetên kar, li dijî talana xwezayê, li dijî tundiya li ser jinê, li dijî neheqiya li Kurdan tê kirin, li dijî bênasnamekirina li ser Elewiyan tê ferzkirin, li dijî zulma li ser ekolojîstên ku xwezayê diparêzin û li dijî tunekirina LGBTİ+yan, em ê hemû bi hev re bisekinin û piştevaniyê mezin bikin. 1ê Gulana 2026an, di nav dengê defên şer de, di lepên lîstikên birçîbûnê de, li ber sînorê gefên komkujiyê, ji bo me hemûyan pencereyeke hêviyê ye ku vedibe.

BANGA LI TAKSÎMÊ DI 1Ê GULANÊ DE

1ê Gulanê, banga wekheviyê ya karkerên bêewlehî, bêpêşeroj û bêsendîka yên ku ji bo nan bibin mala xwe sibê û êvarê di kargeh, zevî, maden, cihên kar, kaseyên marketan, depo, ofîsan û di gelek karên din de dixebitin û bangawaziya teqawîtan e. Ev bang ya Stenbolê ye, ya Enqereyê, ya Îzmîrê, ya Amedê, ya Wanê, ya Êlihê ye. 1ê Gulanê roja piştevanî û têkoşînê ye.

Ji bo avêtina gavekê ber bi serkeftinê ve, em wek Hevserokên Giştî, endamên MYKê, parlamenter û hemû rêxistinên xwe, em ê li qadên 1ê Gulanê bin. Em bang li hemû bindestan dikin ku bi gotina xwe, bi rengê xwe, bi baret û ala xwe li Taksîmê di 1ê Gulanê de werin cem hev. Di dawiyê de em bang li desthilatdariyê dikin ku ji sendroma Taksîmê rizgar bibe. Vekirina 1ê Gulanê ji karker û bindestan re ji bo aştiya civakî gaveke mezin e. Divê Taksîm ji bo 1ê Gulanê were vekirin. Bijî 1ê Gulanê, Bijî Yek Gulan!”

/Çavkanî: ArtiTV/

Van jî bibîne

 

38 Sal li ser Jenosîda Enfalê re Derbas Bûn: Birîneke Nekewandî di Dîroka Kurdan de
Bulent Tekin: Partiya Kûçikê Bi Du Dûv (MKKP)

Nûçeyên Sereke