Bulent Tekin: Partiya Kûçikê Bi Du Dûv (MKKP)

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Ez wisa difikirim ku Partiya Kûçikê bi Du Dûv, a ku beşdarî hilbijartinên Macaristanê bû û %0.77 deng wergirt, bala tu kesî nekişandiye. Bi dîtina min, ev bi qasî têkçûna otokratekî 16 salan giring bû. Ji bilî yek-du kanalên TV yên muxalif, hilbijartinên Macaristanê nehatin axaftin; hema bêje wekî tunebûnê hatin hesibandin. Gelo ev ji ber dişibe rewşa Tirkiyeyê ye? Ez nizanim, lê ez piştrast im ku bi zanebûn nehatiye axaftin. Nexwe, de em werin ser Partiya Kûçikê bi Du Dûv…

Li gorî agahiyên di Ansîklopediya Azad Wîkîpediyayê de: Ev partiyeke siyasî ye ku di sala 2006an de li Macaristanê hatiye avakirin. Ji bo bertek nîşandana li dijî siyaset û partiyên heyî; çalakî û gotinên tije hîciv (tinaz), absurd û kêfxweşiyê derdixe pêş. Hemû kesên ku di hilbijartinan de wekî namzed tên nîşandan, bi navê István Nagy tên binavkirin. Di vê navkirinê de “Nagy” paşnavê herî belav ê Macaristanê ye, “István” jî navê herî belav ê pêşîn e.

Partiya Kûçikê bi Du Dûv di sala 2006an de hat avakirin û di 2014an de bû partiyeke siyasî ya fermî. Hin ji sozên wan ev in:

• Jiyana bêdawî û aştiya cîhanê.

• Heftê tenê rojek xebat.

• Rojê du caran bi rengên cihêreng avabûna rojê.

• Kêmbûna hêza rakêşana erdê (gravîtasyon).

• Bîraya belaş û bacên kêm.

• Avakirina çiyayekî li Deşta Mezin a Macaristanê.

Di sala 2010an de, partiyê namzediya xwe ya şaredariya Budapeşteyê ragihand. Hin sloganên wan ên şaredariyê ev bûn: “Ji her tiştî bêtir, ji tiştekî kêmtir!”, “Jiyana bêdawî, bîraya belaş, baca kêm!” û “Em soza ‘tiştekî’ nadin!”

Partî di hilbijartinên 2022an de (bi nîşandana du kûçikan wek namzed) bi derdora 185 hezar deng û rêjeya ji sedî 3yan nekarî bikeve Meclîsê. Partiyê bi nîşandana kûçikan wek namzed, beriya hilbijartinê navê xwe da bihîstin.

Di Ekşi Sozlukê de jî gelek agahî hene: Partiya ku bi cilên mirîşkan derket ser televîzyona dewletê û bi qit-qitkirinê bersiva pirsan da ye. Di rexneyên xwe yên li ser partiyên siyasî yên kevneşopî de nêzîkatiyeke mîzahî nîşan didin. Mînakeke giring: Di hilbijartinan de soz didin ku:

“Li şûna têlên strî yên li ser sînorên başûrê welat (yên li dijî penaberan hatine çandin), dê pirên bilind ên ku di ser welat re derbas dibin ava bikin; ji ber ku jixwe tu kesê bi aqil di vî welatî de namîne.”

Her wiha dibêjin ku:

“Dê kesên navdar, hêrsok û her tim tûre yên derdora hikûmetê bi bataryayên taybet veguherînin enerjiyê û bi vî rengî pirsgirêka enerjiyê ya welat çareser bikin.”

Heneka vê yekê tune ye. Rewş bi rastî wiha ye: Ji ber ku di rejîmên otorîter û faşîst de tirs û zilm serdest e, encamek ji partiyên siyasî û hilbijartinên formalîte nayê hêvîkirin. Kom diçin ser sindoqan û bi vî rengî dengên wan ji bo şaşiyan têne bikaranîn. Qe nebe, yên ku bi vê yekê dihesin, di nav vê êşa giran de kêfa xwe jê re dikin. Heke henek û qerf zêde neyên kirin, qet nebe mirov nayê kuştin. Keça min ez ji te re dibêjim, bûka min tu fêm bike!

/Bulent Tekin/

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Banga Hatimogullari ji bo 1ê Gulanê: Divê Taksîm were vekirin
Şaşiya Zanistî ya ji Sala 1837 û Vir ve Hat Rastkirin: Serkeftina Mezin a Botanîknasê Kurd Dr. Mehmet Firat

Nûçeyên Sereke