GIMGIM (Nûpel) – Li navçeya Gimgima Mûşê bi şiara “Em xwedî li xwezaya xwe, ava xwe û axa xwe derdikevin” mîtîngek tê lidarxistin.
Çalakiya ku bi meşê dest pê kir de, bi herikbarî sloganên “Gimgim JES’ê naxwaze”, “Bêdeng nemîne, heke tu bêdeng bimînî dê dor were te” û “Dest nede ava min, axa min û hewaya min” tên berzkirin.
Li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê xwestin li Gimgimê bê çêkirin; ji Îzmîrê heta Kocaeliyê, ji Mersînê heta Enqereyê ji gelek bajaran û ji gundên Gimgimê bi sedan welatî li Gimgimê hatin cem hev.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun diyar kir ku ew bawer dike Gimgim dê vê projeyê bide sekinandin û weha got: “Bila gelê Gimgimê dev ji vê îradeyê bernede. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê rê li ber vê projeyê bigirin.”
Welatiyên ku di mîtîngê de axivîn jî anîn ziman ku ew JES’ê naxwazin.
Di mîtîngê de peyama Esra Işik a ku ji ber li dijî desteserkirina zeviyên çandiniyê yên li Îkîzkoyê derketibû û hatibû girtin, hate xwendin.
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Gimgimê (VADEF) Ozgur Yetiş Aslan jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li jiyan, ax û ava gel têdikoşin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku ew ê rê nedin qirêjkirina ax û ava Gimgimê û tuneirina baweriya wê.
Parlamenterê Stenbolê yê CHP’ê Dogan Demîr anî ziman ku ew ê destûrê nedin vê projeyê.
Parlamentera Dîlokê ya EMEP’ê Sevda Karaca jî diyar kir ku Gimgim îro bûye wekî Dersim, Cûdî û Akbelenê û got: “Gimgim navê gelê ku li dijî sermayeyê li ber xwe dide ye. Gimgim dê li ber xwe bide û dê bi ser bikeve.”
Parlamenterê Agiriyê yê Partiya DEM’ê Sirri Sakik weha axivî: “Me çawa ji bo ziman, çand û baweriya xwe li ber xwe dabe, îro jî em ji bo xwezaya xwe li ber xwe didin. Em ê nehêlin ku bizmarekî bi tenê jî lê bidin.”
Parlamentera Mûşê ya Partiya DEM’ê Sumeyye Boz, Parlamentera Stenbolê ya Partiya DEM’ê Kezban Konukçu û Parlamentera Dersimê ya Partiya DEM’ê Ayten Kordu têkoşîna gelê Gimgimê silav kirin û gotin: “Parastina xwezayê, parastina jiyanê û parastina jinê ye. Rêya me vekirî be. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”
Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel jî bal kişand ser wê yekê ku Gimgim bajarê berxwedanê ye û got: “Niha dixwazin qada jiyana me ji destê me bigirin. Em ê xwedî li hewa, av û axa xwe derkevin. Li dijî kapîtalîzmê û pergala ku me kole dike, em ê jiyaneke nû ava bikin. Em ê jiyana demokratîk û komunal bi hev re ava bikin.”
/Çavkanî: Pîrha/










