NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Wezareta Xezîneyê ya DYAyê, di çarçoveya operasyona bi navê “Hêrsa Aborî” (Economic Fury) de, sîstema “bankavaniya sîp” (shadow banking) ya Îranê kir hedef. Di vê operasyonê de 35 sazî û kesên ku navbeynkariya danûstandinên darayî yên Îranê dikirin, hatin cezakirin.
Bi Dehan Milyar Dolar Di Vê Sîstemê Re Dihatin Birêvebirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, kes û saziyên di lîsteyê de cih digirin, pergaleke veşartî birêve dibirin ku rê li ber Îranê vedikir da ku toleyên navneteweyî bişkîne. Hat ragihandin ku bi rêya vê sîstema bankavaniya sîp, bi dehan milyar dolar danûstandinên neqanûnî hatine kirin.
“Ji Bo Hêzên Çekdar Ên Îranê Jiyanî Ye”
Wezaretê destnîşan kir ku ev tora darayî rasterast xizmeta Sipahê Pasdaran (Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî) û hêzên çekdar ên Îranê dike. Hat diyarkirin ku Îran bi vî pereyî:
Pereyên firotina petrolê ya neqanûnî werdigire.
Parçeyên hesas ji bo fuzeyan û pergalên çekan dikire.
Piştgiriya darayî dide komên xwe yên wekîl (proxy) li Rojhilata Navîn.
Hişyariya Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent
Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent derbarê mijarê de daxuyaniyeke tund da û got:
“Sîstema bankavaniya sîp a Îranê, ji bo hêzên çekdar ên vî welatî wekî cansteyekî darayî ye. Ev fonên neqanûnî aboriya cîhanê û ewlehiya personelên DYAyê dixe rîskê. Em saziyên darayî hişyar dikin: Her saziyek ku alikariya vê torê bike, dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne.”
344 Milyon Dolar Krîpto-Pere Hatibûn Cemidandin
Bessent her wiha bi bîr xist ku di çarçoveya heman operasyonê de, beriya çend rojan 344 milyon dolar nirxê krîpto-pereyan ku bi Îranê re têkildar bûn, hatine cemidandin. DYAyê ragihand ku ew ê bi biryardarî kapasîteya Îranê ya hilberîn û veguhestina fonan lawaz bikin.










