Li Dêrikê êrişeke çekdarî: Dayik û keça wê hatin kuştin

Nûçe

NÛPEL – Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî ya ser malekê de dayikek û keça wê ya 4 salî hatin kuştin, bavê malbatê jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin, îro kesekî bi çek êrişî apartmaneke li bakurê bajarê Dêrikê kiriye. Di encama gulebarana rasterast a li ser malbatê de, jina bi navê Hesna Newaf Omer (35 salî) û keça wê ya 4 salî Nalîn Xelîl Hesam li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Di heman êrişê de, bavê malbatê Xelîl Hesam jî birîndar bû. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê ew ji bo tedawiyê şandin nexweşxaneyeke li bajarê Qamişloyê.

Nasnameya êrişkar hat zanîn

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku êrişkarê ku piştî tawanê reviyaye, kesek bi navê Xebat Şikûhî ye. Her wiha hatiye ragihandin ku êrişkar bi otomobîleke pîkap a cureyê Toyotaya spî ji cihê bûyerê dûr ketiye.

Heta niha sedema vê tawanê nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de hêzên Asayîşê hîna ti daxuyaniyek fermî nedane. Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Daxuyaniya Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê derbarê geşedanên dawî de
Li Philadelphia şeva tofanê: Fransa gihîşt armanca xwe

Nûçeyên Sereke