NÛPEL – Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku doza rewa ya Kurd û xebata rizgarîxwazî ya vê neteweyê, xwedî dîrokeke dûr û dirêj û dewlemend e; herwiha di bin bandora tu şer û pêşbaziyên herêmî de nîne. Hevpeymanê diyar kir ku di vê qonaxê de ew ji bo pêşxistina karê hevpar û bihêzkirina yekgirtina navxweyî dixebitin.
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê piştî lidarxistina civîneke xwe di 16’ê Gulana 2026’an de, derbarê rewşa tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û erkên dîrokî yên hevpeymaniyê de daxuyaniyek belav kir.
Naveroka daxuyaniyê bi vî awayî ye:
“Gelê têkoşer ê Kurdistanê, raya giştî û azadîxwazan!
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, roja 16’ê Gulana 2026’an civînek ji bo nirxandina rewşa niha ya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û erkên dîrokî yên vê hevpeymaniyê di vê qonaxê de lidar xist.
Di vê civînê de, piştî nirxandin û gotûbêjkirina bûyerên dawî, encamên şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê û hewldanên paşê yên ji bo agirbest û îmzekirina lihevhatina di navbera Amerîka û Îranê de, asoya paşeroja siyasî ya Îranê hate nirxandin. Encama civînê ev bû: Ew komelên civakî yên gelê Kurdistan û Îranê ne ku bi berdewamiya xebat û mafxwaziya xwe dê dawî li rejîma Komara Îslamî bînin. Di rastiyê de, tirsa herî mezin a rejîmê, xebata mafxwaziya komelên gel li navxweyî ya Îranê ye, ku heta niha di vê oxirê de rûbirûyî rûbarekî xwînî bûne.
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê di wê baweriyê de ye ku doza rewa ya Kurd û xebata rizgarîxwazî ya vê neteweyê, xwedî dîrokeke dûr û dirêj û dewlemend e û ne di bin bandora tu cure şer û pêşbaziyên herêmî de ye. Li gorî nêrîna me, berevajî têgihîştina ku di asta navneteweyî de heye, Komara Îslamî sîstemeke wisa ye ku ev cure lihevhatin û heta peyman bixwe jî, cewher û naveroka rejîmê naguherin. Ji ber vê yekê, guhertina rastîn tenê bi rêya piştgirtina bi hêza navxweyî ya gel, yekgirtina hêzên Kurdistanî û demokratîkxwazên Îranê û berdewamiya tevgerên sivîl pêkan dibe. Di her guhertineke pêşerojê de, pêşî her tiştî divê pişta xwe bi îrade, xebat û berxwedana neteweyî ya Kurd û neteweyên din ên Îranê ve girê bide.
Hevpeymana me di wê baweriyê de ye; ligel ku lawazbûna Komara Îslamî ya di encama nakokî û şer de dikare bibe alîkarê tevgera mafxwaziya neteweyên Îranê, lê belê em pişta xwe bi îrade û enerjiya xebatkariya xwe ve girê didin û çarenûsa xebata xwe bi lihevkirin û şerê welat û aliyên derve yên li gel Komara Îslamî ve girê nadin. Tevî ku Komara Îslamî ya Îranê piştî vî şerî dest bi zêdekirina pêlên girtin û darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl kiriye, zextan li ser civakê zêde dike û bi êrîşên terorîstî yên berdewam ên li ser partiyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê hewla lawazkirina vê tevgerê dide, lê belê tevgera Kurd bi van çewisandin û zextan çok danayne.
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, di vê qonaxê de wekî rêzgirtinek ji bo daxwaza gel û hewcedariya tevgera Kurdistanê, tekezî li ser pêşxistina karê hevpar, berdewamî û bihêzkirina yekgirtina navxweyî, bilindkirina asta çalakiyên medyayî û beşdariya çalak û bawerîbexş di pêvajoya biryardana hevpar de dike. Herwiha hewldanên wê yên ji bo nêzîkbûna herî zêde di oxira gotareke hevpar, karê meydanî yê hevpar û rûbirûbûna her çewtiyeke bêhêvîker dê berdewam bin. Her wiha heta bi destxistina mafên rewa yên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, tekezî li ser berdewamiya xebatê dike.”
Çavkanî: Rojnews










