AMED (Nûpel) – Bi wesîleya 21’ê Hezîranê Roja Muzîkê ya Cîhanî, li Parka Yeşîl Kûşakê ya Peyasê çalakiyeke rengîn a muzîkî hat lidarxistin. Beşdaran bi stranên aştî û bihevrebûnê dengê xwe bilind kirin, ji newayan re bûn hêvî û ji aştiyê re bûn deng.
Tevî xwendekar û perwerdekarên Atolyeya Hunerê ya Yektayê ya girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî, bi erbane û stranan meşek li dar xistin û gelê taxê vexwendin çalakiyê.
Di çalakiyê de Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Alîkarên Hevşaredarên Peyasê û gelek endamên Meclisa Şaredariyê amade bûn. Beşdaran bi hev re stranên aştî û demokrasiyê strandin û govenda azadî gerandin.
Organîzator û beşdaran diyar kirin ku ew ê bi muzîk, stran û govendên xwe yên ku aştî, hevgirtin û çanda jiyana hevpar mezin dike, bi hev re melodiya jiyanê xurtir û dewlemendtir bikin.
Çalakî weke mînakek berbiçav a bi riya huner û muzîkê yekitiyê xûrt bike hate nirxandin.












