Kemal Kiliçdaroglu dê serdana Selahattîn Demîrtaş bike

Uncategorized

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Siyasetmedarê CHP’yî Necdet Saraç ragihand ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dê di demeke nêzîk de serdana Selahattîn Demîrtaş bike ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye.

Piştî nîqaşên li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran û daxuyaniyên Kemal Kiliçdaroglu ên têkildarî vê mijarê, tê pêşbînîkirin ku di qada siyasetê de gaveke nû were avêtin. Necdet Saraç, ku di tîma şêwirmendiya Kiliçdaroglu de cih digire, di bernameyeke televîzyonê de da zanîn ku Kiliçdaroglu dê biçe serdana Selahattîn Demîrtaş.

“Em ê piştî ziyaretê guh bidin daxuyaniya Kiliçdaroglu”

Necdet Saraç di derbarê serdanê de wiha axivî:

“Di rojên pêşiya me de Kemal Beg dê li Girtîgeha Edirneyê Birêz Selahattîn Demîrtaş ziyaret bike. Hûn dikarin kenê xwe bidomînin. Me di paşerojê de yên ku li hemberî Kemal Beg dikeniyan dîtin. Bi dîtina min divê mirov baldar be. Piştî ziyareta Selahattîn Demîrtaş, em dê hemû bi hev re guh bidin daxuyaniya Kemal Beg.”

Saraç her çend tekez kir ku serdan dê pêk were, lê di derbarê roja taybet a ziyaretê de tu dem neda.

Paşxaneya Nîqaşan

Kemal Kiliçdaroglu di 19’ê mehê de derbarê biryara partiya xwe ya li ser rakirina parêzbendiyan de axivîbû û gotibû: “Ez li pişt biryara me ya li ser Selahattîn Beg im, ez ne poşman im.” Ev daxuyanî di nav raya giştî de bûbû sedema gelek nîqaş û bertekan.

 

Van jî bibîne

 

Amerîka û Îranê li ser nexşerêyek 60 rojî lihev kirin
Li Peyasê bi Notayên Aştiyê Melodiya Jiyana Hevpar Qîrandin

Nûçeyên Sereke