WAN (Nûpel) – Çetin Arkaş di roja dawî ya Rojên Edebiyat û Pirtûkan a Tuşbayê de axivî û got, “Pêvajoya tê jiyîn ne tenê ji bo kurdan, wê ji bo hemû gelan derbasdar bibe. Tu tişt bi kamilbûnê dest pê nake.”
Di Rojên Edebiyat û Pirtûkan a Tuşbayê de ya ku ji aliyê Şaredariya Tuşbayê û Komeleya Nivîskar û Edebiyatkarên Serhedê (KURDÎWAR) ve li Wanê dihat lidarxistin, di roja dawî de Çetin Arkaş ê ji Sekreteriya Îmraliyê û Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel wekî axêver beşdar bûn. Panela bi sernavê “Hevdîtina ciwanan” bi dirûşmeyam dest pê kir. Ji bilî nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên li bajêr, gelek ciwan beşdarî panelê bûn.
Di panela “Hevdîtina ciwanan” de, Çetin Arkaş yê ku pêşî axivî, bal kişand ser wêranbûnên li Kurdistanê ku ji aliyê civakî ve hatine jiyîn. Arkaş got, “Me ev cihê ku hatiye rûxandin mîna kardelenan ji nû ve ava kir. Li Kurdistanê 45 sal in berdêlên mezin tên dayîn. Lê em bi têkoşîna van berdêlan edebiyatê dikin. Yên ku qet nizanibûn bixwînin û binivîsin, di cezaîgehan de 4 pirtûk dinivîsandin û bi vî awayî tehliye dibûn. Îro behsa pêvajoyeke nû ya avakirinê dikin. Pêşî divê em tiştên anormal, normal bikin. Ziman, çand û hebûna me tiştên normal in. Pêvajoya ku dest pê kiriye, wê li Kurdistanê şoreşa Ronesansê pêk bîne. Pêvajoya tê jiyîn ne tenê ji bo kurdan, wê derbasî hemû gelan bibe. Tu tişt bi kamilbûnê dest pê nake.”
‘HEKE EM RONAHIYA LI ÎMRALIYÊ BIBÎNIN, EM Ê HÊVIYÊ BIBÎNIN’
Sebahat Tuncel bal kişand ser yozbûna çand û hunerê mîna her qada civakî û got, “Em wekî kurd bi ruhê kolektîf, pêdiviya me bi romaneke ku ruhê kurdan nîşan bide heye. Edebiyat bandoreke pir xurt heye. Em wekî gelê ku 100 sal in di bin polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de ne, me bi têkoşînê ev tunebûn ji holê rakir. Hemû cîhan kurdan nas dike û bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xwe dide nasîn. Rêberê gelê Kurd polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dirîne û gel vedixwîne avakirineke nû. Divê em ji bo azadiyê gavekê biavêjin. Me siyaseta înkarê ji holê rakir, damezrînerê vê yekê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Em ê avahiya civakî bi hemû civakan re ava bikin. Têkoşîna azadiyê dewam dike û em ê jî têbikoşin. Em ê bi aboriyeke şêwirmendî, piştevaniyê esas bigirin. Pêşiya me demeke hem zehmet û hem jî hêsan heye. Heke em ronahiya li Îmraliyê bibînin, em ê hêviyê bibînin. Me di 50 salan de nasname û hebûna xwe bi dest xist, niha dor tê ser azadiya me.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Çavkanî: MA










