NÛPEL – Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartinê, li ser qezayên trafîkê yên li Colemêrgê ku bûne sedema mirina gelek welatiyan, pêşniyarpirsek da Parlamentoya Tirkiyeyê û bang li wezaretan kir ku demildest tedbîran bistînin.
Piştî qezaya 18’ê Hezîranê ya li Çerxerêya Balafirgeha Geverê ku tê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartinê rîskên li ser rêyên Colemêrgê anî rojeva Meclisê. Bartinê ji bo ku çareseriyek ji bo van qezayan were dîtin, serî li 4 wezaretan da.
“Rîskên tên zanîn dibin sedema mirinê”
Bartinê diyar kir ku di salên dawî de li ser rêya Wan-Colemêrgê û rêyên navçeyan herî kêm 28 welatî mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya parlamenterê, ev rê ji ber ketina keviran, hezazê, kêmiya ronahiyê û pergalên drenajê yên kêm, wekî “korîdorên rîskdar” tên pênasekirin.
Oznur Bartinê destnîşan kir ku ev rîsk ne nû ne û di raporên teknîkî de jî cih digirin û wiha got: “Ne rîskên nehatine zanîn, rîskên ku tên zanîn dibin sedema mirinê.” Her wiha Bartinê bertek nîşan da ku desthilatdar piştî her qezayê heman daxuyaniyan dide û berpirsyariyê tenê dixe stûyê şofêran.
“Di warê mafê jiyanê de bêdadî heye”
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser pirsgirêka wekheviyê ya di veberhênanan de û îdia kir ku li herêmên din tedbîr zû tên standin, lê dema mijar dibe Colemêrg, projeyên pêwîst bi salan tên paşxistin.
Bartinê ev pirsa arasteyê wezaretan kir:
Di 5 salên dawî de AFAD’ê li ser rêyên Colemêrgê analîzeke rîskê kiriye?
Gelo nebûna veberhênanan ji ber kêmasiya budceyê ye yan ji ber tercîhên siyasî yên taybet e?
Bartinê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev rewş di warê “mafê jiyanê” de dibe sedema bêdadî û neyeksaniyê, lewma pêwîste dewlet bi berpirsyarî tevbigere û tedbîrên pêwîst bi lezgînî werin wergirtin.
Çavkanî: Rûdaw










