🔴Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev ku piştî darbeya 1980’an hate darvekirin û cenazeyê wî radestî malbatê nehat kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya hezar û 107’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasaray a li Beyoglu ya li Stenbolê hatin ba hev. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û qurnefîlên sor hatin hildan. Di çalakiyê de aqûbeta Veysel Guney (24) hate pirsîn ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an hate darvekirin û cihê gora wî hîna nehatiye eşkerekirin.
/Çawkani: ANF/









