Îran: Dê vê carê şer ji sînorên Rojhilata Navîn derkeve

CîhanNûçe

🔴Aloziya dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam e. Piştî gefên serokê Amerîkayê yên êrîşkirina li ser Îranê, rayedarên Îranê hişyariyên tund didin û eşkere dikin ku eger êrîşek pêk were, dê vê carê şer, sînorên Rojhilata Navîn derbas bike.

Gef û daxuyaniyên dijber di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, berdewam dikin.

Piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên ji nû ve destpêkirina êrîşan li dijî Îranê, bersivên tund ji aliyê Îranê ve derdikevin.

Supaya Pasdarên Îranê, îro bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya bi navê “Sepah News”  hişyarî da û eşkere kir ku ger êrîş li ser Îranê dubare bibe, şer dê ji sînorên herêmê jî derbas bibe û wiha da xuyankirin:

“”Eger êrîş li dijî Îranê dubare bibe, şerê herêmî yê ku hatiye hişyarkirin dê vê carê ji sînorên Rojhilata Navîn derkeve .

Hûn ê li cihên ku hûn nikarin xeyal bikin rastî derbên giran werin.”

Her wiha Pasdaran eşkere kirin ku di şerê 40 rojî de wan hêza xwe bi temamî bi kar neaniye.

Araqçî: Vegera meydana şer dê bi surprîzên mezin re pêk were

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abas Araqçî di posteke xwe de ya li ser medya dijîtalê de wiha  belav kir:

“Piştî çend mehan ji destpêkirina şer, Kongreya Amerîkayê wêrankirina bi dehan balafirên ku bihayê wan bi milyar dolaran e qebûl kir.

Niha bi fermî hatiye piştrastkirin ku hêzên me balafira şer a pêşketî û navdar F-35 xistin xwarê. Bawer bin ku vegera meydana şer dê bi surprîzên pir mezintir re werin.”

Beqaî: Hêzên me ji her seneryoyan re amade ne

Di heman çarçoveyê de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kiribû ku hêzên çekdar ên Îranê ji bo her senaryoyeke gengaz amade ne û bi biryar in ku “surprîzên nû” pêşkêş bikin.

Trump: Ez nahêlim Îran bibie xwedî çekên nukleerî

Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara sêşemê, li Qesra Spî, got ku Washington dê şerê li dijî Îranê di zûtirîn dem de bi dawî bike û tekez kir ku ew ê nehêle ew bibe xwediyê çekên nukleerî.

Beriya wê jî, Trump diyar kiribû ku biryar bû ku roja sêşemê êrîşeke nû li dijî Îranê bihata destpêkirin, lê ji bo rê lê pêşya doplomasiyê were vekirin, hat taloqkirin.

 

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Gelo dê Deriyê Rebîeyê cihê Îbrahîm Xelîlê bigire?
Amed Mardin: Ji Polemîkeke Çandî Zêdetir: Şikestin, Bêhêvîtî û Lêgerîna Rêyekê di Nav Civaka Kurd de

Nûçeyên Sereke