Muqteda Sedir veqetîna Seraya Selam ji tevgerê ragihand

CîhanNûçe

🔴 Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir, veqetîna ‘Seraya Selam’ ji tevgerê û tevlêbûna endamên wê li nav dewletê ragihand. Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ji ber biryara veqetandina koma çekdar, spasiya Muqteda Sedir kir.

Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê veqetîna ‘Seraya Selam’ ji tevgerê û tevlêbûna endamên wê ya li nav dewlet û berpirsê giştî yê pêkhateyên leşkerî ragihand.

Muqteda Sedir diyar kir ku ev biryar ji bo berjewendiya giştî ya niştîmanî (dewleta Îraqê) hatiye dayîn.

Baskên sivîl ên ser bi ‘Seraya Selam’ ve ji bo projeya ‘Bunyan Mersûs’ tên veguhastin.

Her wiha wê bêyî ti baregeh, çek, cilên fermî, sernav an tiştekî din bimînin.

Di heman demê de destnîşan kir ku ew hêvîdar in hemû pêkhateyên Heşdî Şeebî ji ‘fermana hizbî û tayifî’ veqetin.

Hêjayî gotinê ye ku ‘Seraya Selam’ baskê leşkerî yê Tevgera Neteweyî ya Şîe (ku berê wekî Tevgera Sedir dihat nasîn) ya bi rêberiya Muqteda Sedir e.

Elî Zeydî pesnê helwesta Muqteda Sedir da

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Zeydî di daxuyaniyê de pesnê wê helwesta Muqteda Sedir da û diyar kir ku ev gav ji bo piştgiriya saziyên dewletê û çespandina rûmet û serweriya qanûnê pêdiviyeke bingehîn e.

Elî Falih Zeydî anî zimên ku destpêşxeriya Muqteda Sedir ji bo bihêzkirina aramiya navxweyî û çespandina prensîba sînordarkirina çekan di destê dewletê de gelekî girîng e.

Serokwezîrê Îraqê bang li hemû komên din ên çekdar kir ku heman “rêbazan bi kar bînin û ev peyam da:

“Ji bo bihêzkirina aramiya navxweyî û çespandina prensîba sînordarkirina çekan di destê dewletê de be, ev gav gelekî girîng e.

Wê ev kom di bin sîwana dewletê û saziyên fermî de bixebitin, da ku parastina Îraq û serweriya wê were misogerkirin.

Tenê dewlet aliyê rayedar e ku çekan bi kar bîne û qanûnê bi cih bike.”

Serokwezîrê Îraqê di dawiyê de ragihand ku pêdiviya vê qonaxê bi yekkirina hewlên hemû aliyan û bipêşxistina berjewendiya bilind a niştîmanî ya Îraqê heye.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Îhtimala şerê bi DYE’yê re kêm e
Lokman Akbaba piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan

Nûçeyên Sereke