Di Lêpirsîna Gulistan Doku de Geşedaneke Nû: Serbijîşkê Dersîmê Hat Binçavkirin

Nûçe

NÛPEL – Di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Mûzirî Gulistan Doku de, Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê Çagdaş Ozdemîr hat binçavkirin û sewqî edliyeyê kirin.

îdiayên Giran: Qeydên Nexweşxaneyê Hatine Jêbirin

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê Çagdaş Ozdemîr, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatibû binçavkirin, piştî qedandina karûbarên li emniyetê anîn Edliyeya Dersîmê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îdiayên giran li ser Ozdemîr hene. Tê gotin ku Ozdemîr, qeydên nexweşxaneyê yên Gulistan Dokuyê yên girêdayî roja bûyerê an jî demên berê ji pergala nexweşxaneyê jê biriye.

 

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Dadgehê Ji Bo Projeya JES a Gimgimê Biryara Navberê Da
Jinên Silêmaniyê: Em ê Rêbaza Şehîd Xezal Bişopînin

Nûçeyên Sereke