Hevseroka MAF-DAD’ê: Divê çarçoveyeke qanûnî ya ku hemû encamên pevçûnê di nav xwe de dihewîne ava bibe
NÛPEL – Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid anî ziman ku “Divê pêvajo ji bo beşên ji pevçûnan bandor bûne bibe xala destpêkê ya tevlîbûna jiyana demokratîk û siyaseta demokratîk” û diyar kir ku divê çarçoveya qanûnî jî di asteke wiha de be ku hemû encaman bigre nav xwe.
Şandeya Hiqûqê ya Serbixwe ku ji bo şopandina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk di bin sîwana Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) û Yekîtiya Parêzerên Ewropayê yên Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê (ELDH) de hatiye avakirin, rapora xwe di 4’ê Çileyê de di civîneke li Parlamentoya Ewropayê (PE) de pêşkêşî raya giştî kir.
Di civînê de nûnerên ku li ser raporê axivîn diyar kirin ku ev pêvajo dê ne tenê bandorê li Tirkiyeyê, dê bandorê li Ewropayê jî bike û bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku divê azadiya fîzîkî ya PKK’ê Abdullah Ocalan bibe xwedî ewlehî.
Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid li ser rapora şandeyê û pêvajoya li Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Geisweid, tevî biryara “mafê hêvî” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an û pêşniyarên Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê, helwesta Tirkiyeyê ya ku heta niha tu gav neavêtine, wekî “helwesteke siyasî” pênase kir.
HELWESTA EWROPAYÊ YA LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ
Heike Geisweid da zanîn ku siyasetmedarên Ewropî û saziyên fermî naxwazin helwesteke wiha nîşan bidin ku têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re bixe metirsiyê. Geisweid destnîşan kir ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan û Kurd, ew ji dûr ve nêzî meseleyê dibin û weha got: “Tirkiye jî bi vê yekê dihesire; ji ber vê yekê di mijarên aborî û ewlehiyê de têkiliyên xwe yên baş didomîne, lê aliyên hiqûqî û demokratîk bi serkeftî paşguh dike, wext dirêj dike û mijarê datîne ser xeta binketî.”
AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN
Heike Geisweid diyar kir ku her çend bi destpêkirina pêvajoyê re di rewşa Abdullah Ocalan de hinek çêtirbûn û guhertin çêbûbin jî, di mijara sepandina “mafê hêvî” de vîna siyasî ya cidî û erênî derneketiye holê. Geisweid got: “Bi nirxandineke objektîf dikarim vê bibêjim: Atmosfereke wiha ava dibe ku dê azadiya Birêz Ocalan ji aliyê siyasî û hiqûqî ve pêkan bike. Jîngeheke siyasî ya guncav şêwaz digre. Di vê jîngehê de derxistina pêş a vîneke siyasî gengaz e, lê ji bo vê yekê zextên civakî, dîplomatîk û siyasî jî hewce ne.”
LI HEDERÎ BIRYARÊN DMME’YÊ TAKTÎKA WEXTDİRÊJKİRİNÊ
Heike Geisweid destnîşan kir ku di rapora şandeyê de giranî daye ser cîbicîkirina biryarên DMME û AYM’ê (Dadgeha Destûra Bingehîn) û da zanîn ku di rapora komisyona ku di Meclîsê de hatî avakirin de jî heman pêşniyar heye. Geisweid anî ziman ku ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê tewra hewcedarî bi xaleke zêde jî tune ye û weha axivî: “Ger ez doza Birêz Ocalan mînak bidim; ez dixwazim bi bîr bixim ku Tirkiyeyê biryara ‘ji nû ve darizandinê’ ya ku di rabirdûyê de hatibû dayîn, bi cih neanî. Di rewşa heyî de, di çarçoveya ‘mafê darizandina adil’ de, ji bo jiyandina biryarên DMME’yê divê rêziknameyên qanûnî werin çêkirin. Tirkiye di vê mijarê de demeke dirêj e serî li taktîkên wextdirêjkirinê dide.”
CIVÎNA KOMÎTEYA WEZÎRAN
Heike Geisweid bal kişand ser civîna dawî ya Komîteya Wezîran û ev tişt anîn ziman: “Diviyabû Tirkiye têkildarî dozên Koma Gurbanê ku biryarên li ser cezayê muebbeta giran a Birêz Ocalan jî di nav de ne, heta Çileya 2026’an Planeke Çalakiyê pêşkêşî Komîteya Wezîran bikira. Ev plan heta îro nehatiye pêşkêşkirin. Koma Gurbanê di rojeva rûniştina Çileyê ya Komîteya Wezîran de cih nagire. Wusa xuya dike ku Tirkiye dê dema pêşkêşkirina rapora xwe heta dawiya Çileyê dirêj bike û Komîteya Wezîran dê mijarê di rûniştina Îlonê de bigre dest. Helbet ev texmînek e. Di rastiyê de xwedî fersend û cezayên berfireh e Komîteya Wezîran; ev ceza di hinek dozan de bi kar anîne. Lê belê di mijara dozên Koma Gurbanê de hîna vîna nîşandana helwesteke cidî dênexistiye holê.”
AVAURUNA ZÎHNIYETEKE NÛ
Heike Geisweid destnîşan kir ku di rapora şandeyê de hatiye diyarkirin ku meseleya Kurd tenê ji perspektîfa ewlehiyê nayê girtin û diyar kir ku nêzîkatiya li ser bingeha înkar û şîdetê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, sedema bingehîn a pirsên îro ne. Geisweid got: “Divê gelê Kurd tevî mafên xwe were qebûlkirin. Berî her tiştî, divê vîn û niyeta vê yekê hebe. Cewherê meseleyê avakirina zîhniyeteke nû ye. Di serî de perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî, divê mafên bingehîn werin naskirin û bi destûreke bingehîn a nû werin mîsogarkirin. Li gora min, meseleya sereke di heman demê de guhertina xalên welatîbûnê yên di destûra bingehîn de ye û pejirandina têgihîştineke welatîbûnê ya tevlemend e. Rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk û pêşengtiya demokrasiya herêmî jî divê bibin parçeyên herî girîng ên van hewldanên nû.”
CIVAKÎKIRINA AŞÎTIYÊ
Heike Geisweid li ser pêşniyara avakirina mekanîzmayên şêwirmendiyê yên fermî di navbera hikûmet û civaka sivîl de axivî û diyar kir ku rêya sereke ya gihîştina aşîtiyeke rasteqîn, civakîkirina aşîtiyê ye. Geisweid weha pê de çû: “Tevlîkirina beşên civaka sivîl di pêvajoyê de, parçeyek ji civakîkirina aşîtiyê ye. Ez vê yekê tenê ji bo saziyên li Tirkiyeyê nabêjim. Saziyên navneteweyî jî dikarin piştgiriyê bidin vê hewldana girîng û erênî. Divê pêvajo ji bo piştgiriya saziyên mîna me yên ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û mafên gelê Kurd hesas in, vekirî be. Helbet tevlîbûna jinan a di pêvajoyê de jî divê bibe yek ji hêmanên herî bingehîn.”
‘DIVÊ XWEDÎ SIFATEKÎ ŞEFAF Û TEVLÎHEV BE’
Heike Geisweid li ser pêşniyara rapora şandeyê ya ji bo avakirina çarçoveyeke qanûnî ya berfireh ji bo pêvajoyên bêçekkirin, betalkirin û ji nû ve entegrasyonê, weha axivî: “Rast e ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike, ezmûneke bêhempa ye. Lê ev yek nabe asteng ku mirov ji ezmûnên navneteweyî yên wekhev re vekirî be û îlhamê ji wan bigre. Divê çarçoveyeke qanûnî ya nû ku ewlehiyên qanûnî yên berfireh pêşkêş dike û hemû encamên pevçûnê digre nav xwe, were avakirin. Ev pêvajo divê di asteke wiha de be ku ji bo beşên heta îro ji jîngeha pevçûnê bandor bûne, bibe xala destpêkê ya tevlîbûna jiyana demokratîk û siyaseta demokratîk. Ez girîng dibînim ku ev rêzikname û pêkanînên wan, hem ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve hem jî di qada navneteweyî de ji bo şopandina saziyên serbixwe vekirî bin; ez bawer dikim ku divê ev pêvajo xwedî sîfetekî şefaf û tevlîhev be.”
Çavkanî: MA / Hîvda Çelebi










